33 kesên di 20’ê Tîrmeha 2015’an de, li baxçeyê Navenda Çand a Amara ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, li Navenda Çand a Amara hatin bibîranîn.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Beşdar di saetên serê sibehê de li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Pirsûsê kom bûn û ji wir jî heya Navenda Çand a Amara meşiyan. Polîsan destûr nedan ku wêneyên 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bûn bixin navendê. Polîsan mudaxaleyî girseyê kir û dest danîn ser wêneyan. Girseyê jî bi berzkirina dirûşmeya “Em ê hesabê Pirsûsê bipirsin” ev rewş şermezar kir. Girseyê piştre pankarta wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn li ser bû vekirin û dirûşmeyên ‘Şehîd namirin,’ ‘Ji bo Pirsûsê edaletê, ji bo her kesî edalet’ û ‘Em ê hesabê Pirsûsê bipirsin’ berz kirin.
Alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran di bîranînê de axivî û got: “Gelên me di komkujiyên dewletê de jiyana xwe ji dest dan. Em ê li hemberî vê dîktatoriya faşîst serî netewînin. Em ê tu carî dev ji hesappirsînê bernedin. We got hûn ê biqedînin, lê we nikarî biqedînin. Va ye em li vir in. 33 can di Şoreşa Rojava de dijîn.”
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn jî diyar kir ku heya têkiliyên çete, mafya û dewletê bi hevre hebin, wê aştî neyê welat. Maçîn bal kişand ser têkoşîna hevpar û banga yekitiyê kir.
Serokê Baroya Rihayê Velat Îzol jî da zanîn ku heya komkujî neyê ronîkirin ew ê hebûna xwe ya li baxçeyê Navenda Çand a Amarayê dewam bikin.
Serdana goristanê hat astengkirin
Girseyê piştî bîranîna li Navenda Çand a Amarayê, xwest gora Kasim Deprem û Osaman Çîçek ziyaret bike, lê polîsan destûr neda girseyê. Polîsan bi maşîneyên zirxî goristan dorpêç kirin û destûr nedan ku kes bikeve goristanê.
Beşdarvanan bertek nîşanî polîsan dan û ji derveyî goristanê daxuyanî dan çepmeniyê.
Heman hişmendî ye
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bertek nîşanî astengkirina serdana goristanê da û wiha axivî: “Destûrê nadin dua jî li ser goran bên xwendin. Kesên ku ev ciwan qetil kirin, yên wêneyên wan çirandin û yên destûrê nadin ku em goran ziyaret bikin heman hişmendî ye.”
Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm tayînî cihê wê hat kirin jî wiha hirsa xwe anî ziman: “Em kujerên xwe baş nas dikin. Heya ku em jiyana azad û wekhev ava bikin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Yên ku endamên malbata Şenyaşar qetil kirin û yên ev komkujî pêk anîn di heman hişmendiyê de ne.”
Piştî axaftinan bîranîn bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.