13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP: Em dixwazin demildest tecrîd bi dawî bibe

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, der barê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan dewam dike de, daxuyanî da çapemeniyê. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamentera HDP’ê Pero Dundar û gelek kes beşdarî  civînê bûn. Komê pankarta “Em Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin” vekirin.

Ebrû Gunay  anî ziman ku ew tevgereke gel  a mezin in û wiha got: “Îro ji bo ku em bibin dengê çalakgerên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de, li vir kom bûne. Ewil weke 5 rojan hat destpêkirin, niha jî kirine 15 roj. Ji roja ewil ve em desthilatdariyê û Wezareta Dadê hişyar dikin. Polîtîkayên tecrîdê yên ku hûn bi rêve dibin, nayê qebûlkirin. Ji bo ku dengê Birêz Ocalan qût bikin, vê tecrîdê bi rêve dibin. Daxwaza aştiyê ya Birêz Ocalan, daxwaza aştiyê ya hemû gelê kurde. Daxwaza aştî û demokrasiyê ya kurdan, di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye. Em dixwazin demildest tecrîda li Gireva Îmraliyê bi dawî bibe.”

Civîn piştî axaftinê bi çepik, tilîlî û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.