Di serdema me de bingehê hîndekarî û perwerdeya zanistî û nûjeniyê li ser van her sê têgehan hatine avakirin: pirs, lêgerîn û encam. Dewletên sekuler, demokrat û pêşketî, bernameyên xwe yên hîndekarî û perwerdeyê (mifredatên xwe) li gorî van têgehan amade kirine û dikin. Sîstema perwerde û hîndekariyê ji bo vê armancê ye. Mamoste li gorî vê sîstemê tên perwerdekirin. Pirtûk û materyalên hîndekarî û perwerdeyê jî her wihha li gorî vê bernameya hîndekariyê tên çapkirin û weşandin.
Gelo ev her sê têgehên efsûnî çi ne? Xwedî çi huner û çi hêz in û çi taybetiyên wan hene ku sîstema hîndekarî û perwerdeyê li ser van her sê têgehan avakirine? Belê ev metodeke aqilane û zanistî ye. Pirs, problem, girîft û dijwariyên xwezayê, kar, bûyer, mijar û dozên ne zelal, radixe ber çavan, ji bo çareserî û sererastkirina wan mirov sewq û noqê hizrandinê dike. Rêya lêgerîn û lêkolînan dide pêş û mirov dixe nav lebateke piralî û piralternatîfî; ber bi dîtina bersiva pirsê ve dahf dide. Carnan mirov dikare çend xulek bi şûn ve bersiva pirsa xwe bi dest bixe û carnan jî mirov bi roj, sal û heta sed salan nikare bersiva pirsa xwe bi dest bixe. Mirov dipirse, li sedemê pirsê digere û di dawiyê de digihêje encamê. Lê dibe ku encam pozîtîf an negatîf be. Dema bersiv tê dayîn an tê dîtin êdî mijar tê girtin. Kurd dibêjin, “mirov bi pirsê diçe Qersê.”
Fîlozof, fîzîknas û nivîskar Albert Einstein di vê mijarê de, bi kurtî wiha dinivîse:
“Serkeftina min ne ji zîrekbûna min e, ji vîyana min e. Heta ez negihime encamê ez dev ji pirsgirêkê bernadim.”
Jixwe li cîhanê hemû îcad bi vê metoda zanistî ya pirs, lêgerîn û encamgirtinê hatine dîtin. Asta teknîk û şaristaniya îro encama berhema vê metoda zanistî ye.
Pirs, bi axaftina pitikan dest pê dike û heta dawiya temenê mirov dom dike. Piştî gixbivê pitik hêdî hêdî dest bi pirsan dikin. “Ev çi ye?.. Ev çi ye?..” Her tiştê ku dibînin dipirsin. Zarok dixwazin navê tiştên derdora xwe hîn bibin. Dê û bav divê ji pirsên zarokên xwe aciz nebin û bersivên rast bidin. Gelek dê û bav hene ku ji pirsan hêrs dibin û pirsên zarokên xwe bê bersiv dihêlin yan jî bersiva rastî nadin û zarokên xwe dixapînin. Ev helwesta dê û bav gelek xetere ye û li ser zanîn, geşedan, pêşketin û derûniya zarokan bandoreke neyînî dike û dihêle. Dê û bav divê ji pirsên zarokên xwe aciz nebin û bersivên rast û dirust bidin.
Divê mamoste dersên ku di pirtûkan de hene bi zarokan nedin jiberkirin û pêş li pirs, lêgerîn û lêkolînên zarokan negirin. Berevajî wê divê şagirdan teşwîqê pirs, lêgerîn û lêkolînan bikin. Mixabin hîn îro jî li gelek welatên paşvemayî, nijadperest û otokrat mijarên pirs, lêkolîn û li bersivgerînê bi tixûb in. Bi taybetî dewlet û civakên musilman hîn di bin sûfîzma sedsala 10’an a ku ji aliyê Îmam Xezalî ve hatiye afirandin de ne. Xezalî li dijî metoda guherbar a felsefeyê radiweste. Dibêje ev bîr û baweriyên xirîstiyan û cihuyan in. Batiniyên ku dibêjin kêmasiyê îslamê hene û divê pirs werin kirin û gotûbêj hebin, Xezalî wan kesan kafir dibîne. Xezalî li dijî guherina felsefenasan û batiniyan yekitiya dewleta Selçûkiyan a îslamî bi çar destan diparêze. Dibêje: “Dewlet pîroz e, aborî, çand, sîyaset bi giştî divê di bin kontrola dîn de bin û dîn jî ji bo yekitiya dewletê be. Her tişt û her kes ji bo dewletê ye. Pirskirin, lêkolîn, guhertin, hizirandin ehlaqê xirîstiyan û cihuyan in û guneh e. Îlahî her tiştî afirandiye û bi her tiştî dizane. Çarenûsiya her tiştê di Qalûbelayê de hatine nivîsin û guhertin ne gengaz e.” Xezalî di vê mijarê de çend pirtûk nivîsandine. Ev bîrûbaweriyên Îmam Xezalî ji 1000 salî bêtir e ku di nav tevahiya dewletên musilman de bûye îdeolojiya fermî. Li van dewletan pirtûk û materyalên perwerdeyê di bin kontrola dewletê de, li ser vê îdeolojiya fermî tên amadekirin. Mamoste her wiha li gorî vê îdeolojî û bernameya dewletê tên perwerdekirin. Li van welatên otokrat Mamoste bi dil an bê dil mecbûr dimînin ku bernameya li dijî zanist û demokrasiyê pêk bînin. Mixabin Tirkiye jî yek ji van dewletên otokrat, nijadperest û oldar e. Ji dibistanên seretayî heta zanîngehan dewlet pîroz e, di mijarên civakî û sîyasî de qedexe ji bedena Amedê bilindtir, qewîtir in. Kes nikare bipirse, lê bigere, lê bikole. Kesên ku bixwazin di mijarên olî de lêkolîn bikin re dibêjin “bêdîn” û yên ku hewl bidin di mijarên gelêrî, netewî, civakî û çînî de bipirsin û lêbikolin re jî dibêjin “cudaxwaz û terorîst.” Ev paşverûtî û otokratî ji tirkên selçûkî ve ji musilmanan re mîras maye.