- Cînavkên Pirsiyarî: Cînavkên pirsiyariyê bi riya pirsê hem cihê navdêran hem jî cihê cînavkan digirin. Bersiva van pirsan dîsa cînavk e. Cînavkên pirsiyariyê ev in: kî, kê, çi, kîjan, kîjik, çend
Kî û kê: Gelek kes van cînavkên pirsiyariyê şaş bi kar tînin. Ji ber ku cînavkên “wî” û “wê” û qertafên tewangê “ê” û “î” tên bîra wan, ew difikirin ku;
“kê” ji bo cînavk û navdêrên zayenda wan mê,
“kî“ jî ji bo navdêr û cînavkên ku zayenda wan nêr in, tê bikaranîn. Lê ne wisa ye.
Kî (xwerû): Kî pirtûkê dixwîne?
Bersiv: Ez, Mizgîn, Azad (dem dema niha ye û bersiv cînavk an jî navdêreke xwerû ye û bireser -pirtûk- ditewe)
Kê (tewandî): Kê pirtûk xwend?
Bersiv: Min, Mizgînê, Azadî (dem dema borî ye û bersiv cînavk an jî navdêreke tewandî ye û bireser xwerû ye)
Kîjan: Ev cînavk li gorî zayend û mêjerê qertafan digire ser xwe.
Kîjanê (mê û yekjimar): Kîjanê pirtûk xwend? Bersiv: Wê, Mizgînê
Kîjanî (nêr û yekjimar): Kîjanî pirtûk xwend? Bersiv: Wî, Azadî
Kîjanan (zayend tune ye û pirjimar e): Kîjanan pirtûk xwend?
Bersiv: Wan, Mizgîn û Azad. (Ev şêwe di kurmancî de zêde nayê emilandin, lê dîsa jî wekî regezeke rêzimanî heye.)