12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Teknolojiya şer rehberê şaristaniya şerxwaz e

Çêkirin û peydakirina amûrên şer hergavî pêşengiya hemû teknolojiyan dike. Ji destpêka merivahiyê heyanî roja îro, ev wek rêgezeke bingehîn hatiya hûnandin. Çi wextî merivên ewil li ser rûyê erdê destên xwe avêtibin kevirekî û ew firandibin, em dikarin bibêjin wê rojê yekemîn amûra şerê destpêkê jî afiriye. Her wiha wê rojê gel navgîna şer, ya çêkirina amûrên cuda jî daye destpêkirin.

Merivê rût û tazî û bênavgîn… ne dikare xwe biparêze, ne jî dikare xwarin û vexwarina xwe bi hêsanî peyda bike. Dema tenê bi komkirina çêreyê xwe têr dikir jî xwe nêzî keriyên ajalan yên çêrexur dikir. Her wiha ew jî wek keriyekî komî dimeşiyan û ji ber ku hebûna komî hêz dida wan da xwe li dijî dirindeyan biparêzin. Rawirên dir, êrîşkar û goştxur her gav keriyên çêrexur raçav dikin. Li ku sewaleke tenê mayî bibinîn êrîşê wê dikin ku piraniya wan jî virnî û bêezmûn in, birîndar, kulek in, an jî nexweş û bêtaqet in.

Lê merivahî ji zindiyên din cudatir in. Berî her tiştî serwext û secih in. Her çiqasî wek dirindeyan diran, an jî neynik, niçik xurt nebin jî hişê xwe bi kar tînîn û vê kêmasiya xwe bi saya bikaranîna navgînan telafî dikin. Kevir û şiv wekî navgînên herî xav û destpêkê tên xweyîkirin. Ji ber ku bi hêsanî dikarî kevirekî hildî û bifirinî. An jî şivdarekî bigiri û li hember rawirekî ba bikî û heya bigire lêxî, ji xwe dûr bixî. Piştra şimşatkirina kevir, tûjkirina dar gavek din e. Lê bi bendan girêdana dar û kevir ku wek çakûç an jî tîr hatiye hûnandin, em dikarin wekî makîneya nû, teknolojiya destpêkê binasînîn. Ji ber ku amûrên cuda bi hev ve kirine û pê alaveke nû û bi xwedan erkekî taybet çêkirine.

Piştî vê karibûne li hemberî mar û mişkan, teyr û tûyan, gur û şêran xwe biparêzin. Ji keriyên çêrexur jî veqetiyane, berê xwe dane herêmên cuda bi cuda û deverên cîhanê geriyane. Mirovahiyê piştî komkirin û xwarina çêreyan, bi saya navgînan dest bi kuştina heywanan, lêdan, hûrkirin û parçekirina laşê wan kirine. Goşt xwarine, hestî kirine parçeyekî navgînan, çerm jî wek cil bi kar anîne.

Dewsa rewşa metirsî û xweparastinê pêvajoya êrîşkarî, desteserî û xweseriyê dest pê kiriye. Ango kes, kom, navgîn û amûran hev temam kirine û riya geşedana şaristaniyê vekirine.
Nîşana merivê şareza ji çêkirinê tê. Çêkirina navgînên xweparastin û êrîşkirinê, an jî amûrên hilberîn û berxwarinê derdikevin pêş. Lê kedîkirina sewalan, bikaranîna hêz, hirî, çerm, goşt, adan û dûmahikên wan gaveke cuda ye ku destê mirovan xurt dike. Saya vê yekê êdî koçberiyê cihê xwe daye bicihbûyînê ku heke koçberî hebe jî di nav herêmekê da li gor pêdiviya heywan û merivan di navbera çiya û zozanan, germahî û deştan de pêk hatiye. Ango terka welat êdî kêmbûye. Lewma çêkirina xaniyan, dirûtûna cil û bergan, çandina zevî, bax û bostanan pêş ketiye.

Lê belê pêşketina her civakê, her herêmê ne wek hev bûye. Şêniyê cih û warên cuda bi cuda xwedî taybetiyê cure bi cure bûne. Gava ku ev li hev qelibîne wek biyaniyên hev û wek dirindeyê hev dîtine. Her wiha di nav yek civatê de mijara parvekirina kar, xebat, berhem û tiştan ne wek hevbûye. Kesên xwedan hêz, kesên zana, kesên rûspî, kesên zarok û lawaz, rewşa jinanî û mêranî ji hêla aqilmendiyê, zanînê, parvekirinê, serweriyê ve bûye mijara fikirîna cuda, daxwaziyên cihêreng, nakokiyên dijber.

Wer tê xuyanê ku rewişta merivahiyê qalikê xwe guhertiye, şerê merivan yê hember ajal, sewal û dirindeyan qalibê xwe guhertiye. Şerê merivan veguheriye li hember merivan, merivahiyê. Vê rewşê çêkirina armanca alav, navgîn û amûran jî li gor şert û mercên nû qulibandiye. Metirsî, êrîşkarî, pevçûn, şer, wêrankarî, desteserî ya li hember hev stunên cudaxwaziyê jî zêde kiriye.

Şêniyê şareza bûye hostayê çek û sîlehan. Çi ji wir hîn bûbe pişt re ji bo kelka gel bi kar anîne. Mîrkut mînanî çakûçê şer e. Tîr û hewan mînanî stunên xanî û baniyan in. Kevrî qîj û tûj mînanî das û kêr û tirpanan e. Li wir jî nemaye, kesên serwext liv, ger, tevger û fira rawiran jî raçav kirine. Pê re jî xwestine wek wan bin û taybetiyên wan ji xwe re bi kar bînîn. Dewsa ga û hespan, erebeyên bar û seyareyên merivan dibin û tinîn cuda bi cuda hatine çêkirin. Dewsa tîr û kevanê gulle, fuze top û tivingan cih girtiye. Lê belê ew fuzeya ku ji bo serkeftina şer hat bikaranîn, di dema îroyîn de xizmeta çûyîna fezayê dike.

Xwezî û xwezî, rikeberî, dijberî, dijminahî di navbera merivan de hîç pêk nehata. Belê rast e gelek navgînên îroyîn, sazî û dezgehên niha, rengê çanda em dorpêç kirine wê hîç nebûya. Lê belê ew nayê wê wateyê ku merivahiyê bê navgîn, bi amûr bimaya. Na, her merivek xwedî vînekê ye ku daxwaz dike, xwedî hişekî ye ku dihizire, xwedî dest û piyan e ku pê hilberînê dike. Elbet van taybetiyên xweser dê li gor çanda xwe riya hin navgînên cuda vekira. Belê şaristaniyê cuda bûya lê cudatî niha jî lazim e.