Mîtanî jî wekî kalikên xwe jîr û zîrek bûne. Axa bav û kalên xwe parastin. Paytextê wan jî wekî Hûrriyan Wasûkanî ye. Em îro jê re Serêkaniyê dibêjin.
Li ser ala wan baskên teyrê baz û di navbera her du baskan de jî roj heye. Li bin baskên teyrê baz jî du kevot û du şêr hene.
Cîranên Mîtaniyan ên li bakur Hîttîtî, li başûrê wan Babîlî li başûr rojavayê wan jî Misirî hebûne.
Lê cîranek din ê Mîtaniyan heye. Qasîdên xwîşk û birayên Mîtaniyan ên li çiyayên Zagrosan bûn. Babîlî têk birin û li şûna wan dewleta Qasîdan a Babîlê ava kirin. Ango du imparatoriyên kurdan demekê bi hev re jiyan.
Her wiha piştre împaratoriya Asûran derdikeve holê û dibe cîranê Mîtaniyan.
Mîtanî di demek kin de axa xwe berfireh dikin û dibe împaratoriyek cîhanî. Şûttarnayê 1’emîn, Parshatatar, Şaûştatar, Artatamayê 1’emîn, Şûttarnayê 2’yemîn, Artaşûmara, Tûşratta, Artatamayê 2’yemîn, Şûttarnayê 3’yemîn, Kurîştatar, Ûtûtal êttatar
ê Qralên herî zîrek Şaûştatar (BZ 1430) û Tûsmosîsê 3’yemîn (1479-1425) bûne. Şaûştatar û Tûsmosis sînorên împaratoriyê fireh kirine.
Di warê baweriyê de ferq di navbera Mîtanî û Hûrriyan de nîne. Ji heman xwedavend û xwedayan bawer dikin. Ên herî zêde tên zanîn Arûna, Nastya, Sûrya û Mîthra ne. Navê hin qralan jî wekî Xweda û Xwedavenda hatiye bikaranîn.
Mîtanî di warê şer de gelek pêşketîbûne. Alavên şer pêş xistine. Di şer de hesp û makîneyên li dû hespan bikar anîne. Vê yekê serdestiyek mezin daye Mîtaniyan.
Seyîsê Mîtanî yê bi navê Kîkkûlî di berî zayînê 1345’an de pirtûka perwerdekirina hespan nivîsandiye.
Mîtaniyan jî mîna kalikên xwe cûyên avê çikirine û çandinî pêş xistine. Sewalkarî kirine û di aliyê bazirganiyê de gelek pêşketine.
Lê ji ber ku Hîttîtî zêde bi hêz bûne, Mîtaniyan bi Misiriyan re li hemberî Hîtîtîyan hevkarî kiriye.