Kolber, Kolbar, Şelebirî an jî bi navê dagirkeriyê bazirganiya “qaçax” a li ser sînorên Kurdistanê. Kolbertiya kurdan piştî Kurdistan bû çar parçe dest pê kir. Çîroka wê balkêş e, bi êş e, zor û zehmet e.
Gelê kurd debara xwe bi bazirganiyê dike piştî ku di nav Kurdistanê de sînorên xeyalî hatin xêzkirin jî karên xwe yên bazirganiyê berdewam kirin. Lê ji ber ku li ser van sînorên xeyalî hêzên dewletan hatin bicihkirin êdî navê bazirganiya kurdan bû kolberî.
Welatiyên Kurdistanê çandinî, cotkarî û bazirganiyê dikin û bi riya bedilandinê pêwistiyên xwe pêk tînin. Ceh, genim, nîsk didin bi penîr, goşt, rûn, titûn, çay, çixare, birinc, TV û sarincan. Di salên dawî de jî mazotê bi amûrên teknolojîk, dîjîtal û tekstîlê dibedilînin.
Bazirganiya “qaçax” her çend li ser pişta kolberan pêk bê jî qaymaxa wê ya esas payedarên hêzên pastar, burokrat, sîyasetmedar û sermayedarên Îranê dixwin. Ji ber vê jî di bin dest de vê karî birêxistin jî dikin.