Kurd ji çekan, îxanet û înkarê kevintir in. Koka wan ji zilmê jî wêdetir e. Ew di astengiyên zilm û zoriyê de keliyane. Ew hemû kevin û beqem kirine. Koka wan ji pazdeh hezar sal Berî Zayînê tê û ew Berî Zayînê bi deh hezar salan bi hemû rengê xwe diyar bûne. Kurd ji bo zimanê arî stûna herî qaîm û esas in. Bi Sumeran re derketin ser dika dîrokê û Hûrî ne. Sumer Mezopotamyaya Jêr û kurdan jî Mezopotamyaya Jor girt. Wan bajar ava kirin û xwe guherandin. Kurdan xwe di nava çiyayan de bi cih kir û çanda Neolotîk û Zerdeştî parast. Ango weke tu kesî îxanet li koka xwe nekir. Ji ber wê yekê bi qasî çiya bilind, qedîm û kifş in.
Lê îxanet…
Îxanet, êş e. Êşeke ku ji nava bedena Kurdistanê qet derneketî ye. Ji Harpagos û heya niha li ber hemû pêşketin û nirxên kurdan bûye xencereke herî dijwar û di destê dijminê wan de hejiyaye. Dewletên dagirker hemû emeliyatên xwe li ser kurd û Kurdistanê bi wê xencerê kirine. Parçebûna Kurdistanê, parçebûna kurdan û zagonên dijminan bi wê xencerê pêk hatine. Ji ber wê yekê her dem êş û jan e bo kurd û Kurdistanê.
Bê guman di her sedsalan de xayîn ji bo kurdan hatine avakirin û pêşketinên wê demsalê bi wan têk birine. Lê di dîroka kurdan de tu îxanet weke ya mala Barzaniyan temen dirêj nebûye û di tu dem û dewranan de zirara ku mala Barzaniyan daye kurd û Kurdistanê kesê nedaye. Mala Barzaniyan li her çar parçeyên Kurdistanê, bi her çar dewletên dagirker re xebitiye. Şopên îxaneta mala Barzaniyan li her çar parçeyê Kurdistanê hene. Bi desteka dewletên dagirker her dem weke rêberên kurd ew li ser lingan hîştine û dema hêzek ji bo kurd û Kurdistanê derketiye holê bi wê malbatê ew têk birine. Di dema firehiyê de weke şirîkên serkeftinên kurdan xwe daye pêş û dema tengaviyê de dest jê berdaye û reviyaye û çûye. Di vê hêlê de ew qas mînakên wan hene ku li her derê derdikevin pêşiya mirov. Ji Mehabadê heya Şengalê û hatina DAIŞ’ê.
Di dîrokê de tu kesî bi qasî mala Barzaniyan xweşmêrên kurdan radestî dijminên xwe nekirine û tu kesî bi qasî wan lehengên kurd nekuştine. Weke Doktor Şivan, Elî Esker, Miho Gewda, bi sedan şervanên YNK û PKK’ê.
Mala Barzaniyan bi qasî tu malbatên kurdan şehîd û bedel nedane. Lê tu malbatên kurd bi qasî mala Barzaniyan mal û milkê kurd û Kurdistanê nediziye û nexwariye. Tu malbatên kurdan weke mala Barzaniyan dewlemend nebûne. Di tu demên dîrokê de kesî bi qasî mala Barzaniyan, kurd û Kurdistanê nefirotiye. Çekên ji bo parastina Kurdistanê hatine firotin, gaza kurdan, çiyayên kurdan, bajarên kurdan, partiyên kurdan û lehengên kurdan hemû bi dest vê malbatê hatine firotin. Lê tu malbat weke vê malbatê xwe xwediyê kurd û Kurdistanê nedîtiye… Dema kurd û Kurdistan ew weke xwediyê xwe nedîtibe wan dest bi îxanetê kiriye û sînor li ber îxaneta xwe rakirine.
Bes kurd bi nexweşiya xwe hesiyane. Êşa îxanetê nas kirine, dermanê xwe bi xwe çêkirine û dê îxanet êdî wan nekuje. Ji bo ku di dîroka kurd Kurdistanê de kurdan tu deman ew qas xwe nas nekiribû. Ew qas îxanet û êşa xwe danehurandibû. Di tu dem û dewranan de berxwedaneke ew qas temendirêj û canbexşane pêk neaniye û ew qas temendirêj temenê lehengiyê nemir nekiriye. Di nava rehên her kurdekî li çiya û newalên welatê wan, di kolanên bajaran de, li zindan û dîasporayê, ciyê ku kurdek lê be kînek li hemberî îxaneta vê malbatê heye. Divê ew kîn rabe da zû îxaneta mala Barzaniyan bi hemû dagirkeran re ji holê rake. Kurd tu caran ew qas nêzî serxwebûnê nebûne û ew qas bi bawer nebûne ku dê îxanet û dagirker têk biçin. Pîvana li hember derketina vê îxanetê û mildana berxwedana lehengên canbexşîn dê siberoja kurdan kifş û ronî bike. Ji ber vê yekê divê kurd bêhtir baldar û çalak bin.