13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koma 41’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê mijdara 2020’an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 41’emîn dewr girt di roja 201’emîn de berdewam dike.
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 180’emîn de didome.
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 163’emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.