Kovara Wêjeyî ya Destar bi xebateke hevkar a nivîskar û helbestvanên kurd dest bi weşana xwe dike. Kovar dê bi zaravayê kirmancî, soranî û kirmanckî weşana xwe bike û dê 3 mehan carekê derkeve. Di hejmara wê ya ewil a Hezîran-Tîrmeh-Tebaxê de, di ser 60’î re nivîs hene. Hejmara ewil 250 rûpel e.
Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê Destarê Hemîd Dilbihar têkildarî derxistina kovarê ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Dilbihar anî ziman ku dîroka wêjeyê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e û piştî mirov daxilî nav civakê bûye û civakîbûn rû daye, wêje jî daxil bûye û got: “Yek ji cihwarên sereke yên civakîbûnê erdnîgariya Kurdistanê ye. Lewma wêjeya kurdî, nexasim jî wêjeya devkî, ji gelek aliyan ve bûye çavkaniya mirovahiyê. Wêjeya kurdî bi qasî xweserîbûna xwe, ew qasî jî gerdûnî ye. Lê belê wekî di gelek warî de, di vî warî de jî heqîqet ji ber hin sedeman tam derneketine holê.”
Armanca kovarê
Dilbihar, destnîşan kir ku wekî her qadê, di qada wêjeyê de jî mîrateya kurdan hatiye talankirin û got: “Têkoşîna azadiyê ya kurdan, çawa niha di çarçoveyeke gerdûnî de ji gelek hêlan ve pêşengiya mirovahiyê dike û vê heqîqetê dide der, xwedî wê tecrûbeyê ye ku vê yekê di warê ziman û wêjeyê û di warê ferasetê de jî bike. Heya niha wekî gelek waran, di qada wêjeyê de jî gelek tişt tune hatine hesibandin, lê êdî dem hatiye ku kurd bi heqîqeta xwe ya gerdûnî derkevin ser dika dîrokê. Destar li ser vî asasî derket holê.
Dê veguhere destareke gerdûnî