Li Misrê wek tê zanîn ku sinetkirina jinan heta demeke dirêj jî di qanûnan de wek suc nedihat hesibandin. Jinên Msirê û parêzvanên mafên mirovan bi salan e ku li dijî sinetkirina jinan li ber xwe didin. Berxwedana gelek rêxistinên jinan, gel û hwd. ya di salên 1920, 1994 û 2016’an de dibe mînakek.
Herî dawiyê piştî ku di sala 2016’an de zarokek bi navê Mayar di emeliyata sinetkirinê de li nexweşxaneyê jiyana xwe dest dide, sinet êdî wek sûc tê binavkirin.Kesên ku jinan sinet dikin bi cezayê 7 salan tên cezakirin. Lê helbet vê yekê bi tu awayî pêşî li ber sinetkirina jinan negirt.
Li gorî daneyan tên parvekirin, li Misrê sinetkirina jinan di mehên havînê û bi girtina dibistanan re hejmar her diçe zêdetir dibe. Jinên Misrî li hember vê yekê dest bi kampanyayekî kirin. Kampanya bi pêşengtiya Komîteya Neteweyî ya Rakirina Sinetkirina Jinan de hat destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de dê mal bi mal bigerin û malbatan di mijara ku jinan sinet nekin de hişyar bikin. Kampanya ji 12 heta 14’ê Hezîranê li hemû parêzgehên Misrê dê berdewam bike.