Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine . Bi hêvî ne ku bi dilê we be. Her wiha em dixwazin hûn ji kerema xwe tiştên li ba xwe binivîsin û ji me re rêkin e-maila rojnameyê da ku em wan jî biweşînin.
1- “Tiştek min heye
Çûme ji vê rê û pê de
Tiştekî di rê de
Lingê li ser pê de
De bêjin ew çi ye?”
2- “Tiştek min heye
Ez çûme mala mîr
Pirsiyar dikim ji mirovên pîr
Kî dîtiye teyrê bi şîr?”
Çavkanî: Mamikên Botanê
Berhevkar: Rênas Xendekî û Dildar Botî
Bersiv: 1-Kulî 2-Pêşî