12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara zarokên karker bû 160 milyon

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Xebatên Navneteweyî (ILO) têkildarê zarokên karker de 4 salan carekê raporekê amade dikin. Di rapora dawî de tê diyarkirin ku hejmara zarokên karker li gor salên borî zêdetir bûye. Hejmara zarokên karker bûye 160 milyon. Nîvê zarokên karker ji zarokên ku temenê wan di navbera 5 û 11’an de ye pêk tê. Di raporê de tê diyarkirin ku heta dawiya salê dê bi milyonan zarok li vê rêjeyê zêde bibin.

Tê ragihandin ku hajmara zarokên karker li gor rapora 4 sal berê 8 milyon û 400 hezar zêdebûye. Di rewşa pandemiyê de hejmara zarokên karker zêdetir bûye. Li gorî raporên berê hejmara  zarokên karker di navbera salên 2000 û 2016’an de 94 milyon kêm bûne.

Dîrektora Giştî ya UNICEF’ê Henrietta Fore bal kişand ser têkoşîna li hember zêdebûna karkerên zarok û wiha got: “Heke texmînên me rast derkevin dê  9 milyon karkerên zarok di dawiya sala 2022’an li ser hejmara karkerên zarok zêde bibe.”