Mêvana me ya vê carê stranbêja oparayê Mizgîn Tahir e, ji bo em agahiyên dawî der barê hunermenda xwe de bi heskiriyên wê û şopdarên muzîka kurdî re parve bikin, me ev sohbet bi Mizgîn Tahir re kir.
Çîroka te ya stranbêjiyê çawa dest pê kir?
Ji biçûkaniya min ve ez di nava rewşeke hunerî de bûm. Bavê min dengbêj, tembûrvan bû, jê re digotin Necîmê Tembûrvan. Birayê min Remezan Necîm Omerî mezinê malê bû li cumbişê û ûdê dixist. Xwişkeke min distira, dengê wê pir xweş bû, metka min stranên gelerî digotin, ji lew re ez dibêjim tovên wan di min de hatin çandin. Ji bav, dêya min ku çîrok di şevbihurkan de digot, di nava vê mijarê de rêya mirov a hunerê vedibe û baş vekirîye ku ez bibim guhekî muzîkjen. Ji ber vê yekê çîroka hunerê ji zarokatiyê ve bi min re çêbû, êdî ji wê hingê ve me di nava komên muzîkê de yên ji bo Newrozê dihatin amadekirin cihê xwe digirt. Yek ji wan jî Koma Ronahî ya Dirbêsiyê bû ku min li ser dikeya wê rolekê lîst. Têkildarî tovê bi min jî zaroktiyê ve dest pê dike. Der barê civakê de helbet astengî derdiketin. Ji ber ku li gorî civakê nabe ku keç derkeve derveyî bajarê xwe. ê xwesteka min rê li pêşiya vê yekê digirt, ji ber ev rêya min bû û baweriya min pê hebû ku ez ê bibim muzîkjen. Heta pileyên min ên xwendinê jî bi min re bû alîkar û rê li pêşiya min vekir ku ez herim Peymangeha bilind li Şamê bixwînim. Lê vê dawiyê min muzîk xwend, ji ber ez nehatim qebûlkirin. Lewra diviyabû beriya wê bi du salan amadekarî hebûya. Ji lewma min du salan arkolok li Şamê xwend û di nava van du salan de min amadekariyên xwe ji bo muzîkê kir da ku derbasî konservatuarê bibim û ez qebûl bûm.
Zêdetirî kesekî di malbata te de distirên, çi qasî bandora wan li te hebû?
Di malbatê de birayê min Remezan, birayê min Şikrî, xwişka me Gulîstan bi strandinê re mijûl bûn. Min û Gulîstanê pir bi hev re kar kir di nava komên Newrozê de, carê ji min re digotin ka ji me re bistirê, min digot na ez ê tiştekî din bistirêm. Min baş rêya xwe didît û min dixwest tiştekî cuda û akademîk bim, lê dîsa jî bandora wan li min pir hebû, şahî li dar dixistin, distiran, bi taybet bandora metka min li min hebû. Lê rêya wê demê tenê ew bû ku mirov cihê xwe di nava komê de bigire. Ev nayê wê wateyê ku bandora wan li min tune bû, berovajî vê yekê bandoreke diyarker bû. Nexasim bandora metka min Hesna ku ji her du çavan kor bû, carê dihat cem me malê ji ber hevserê wê çûbû rehmetê û pirî caran li mala me dima, carê bi destên min digirt û digot were em bistirên. Kesê duyemîn ku bandor li min kir, bavê min bû, tembûra xwe radikir, lê dixist û îca hem em direqisîn û hem jî me stran li dû wî vedigerand, heta min pirraniya stranên wî nivîsandin, lê mixabin li Serêkaniyê man.
Te kengî nas kir ku tu stranbêjeke operayê yî û tu çawa tevgeriyayî, ji ber ku ev cure huner di civaka me de xerîb e?
Rast e, kesek bîra vê yekê nabe, ku kurdek here operayê bixwîne, lê min dixwest ez operayê bixwînim anku tiştekî akademîk be. Jixwe bi wan şevbuhêrkên dengbêjiyê, çîrok û destanên ku digotin pir bala min dikişand. Ji ber ku ji min re xerîb dihat, yanî ev cure stran ne wekî yên din e; çîrok in lê bi stran tên gotin, bi karakter in. Gava ku ji min re digotin were bistirê min digot na ez ê tiştekî cuda bikim, ew bîrbûna tiştekî cihêwaz tim li cem min hebû. Min dixwest ez notayan bizanibim, carê di TV’yan de derdiketin û bala min dikişand. Carê dêya min bang li min dikir û digot, were va ew jî wekî te dikin qîjewîj. Li vir min dixwest ew destan ew çîrok bikeve nava rewşeke cuda , vê dawiyê ez li ser vê baweriya xwe ya ku ev huner nêzî opera ye westiyam û min kar kir. Di nava miletan de tiştekî wekî destanê zindî tune ye, tenê miletê kurd heye. Ez im a xwedî îdîa ku dibêjim opera ji destanê hatiye çêkirin. Miletê Ewropayê pir hatin û tiştên hunerê ji Rojhilata Navîn birin, yek ji wan jî ev cureyê hunerê ye. Ji ber ku, bi min ev cureyê hunerê ye, destan heta niha zindî ye û di nava miletan de tiştekî wiha tune ye. Ji Gilgamêş bigire û heta bi Memê Alan, lê mixabin heta niha me wekî muzîkjenên kurd kar û xebat nekir û me nekir karên xwe ku em van cureyên hunerê derxin holê û bibêjin ev cure ya me ye û ne ya tu kesî ye.
Tu kurd î û tu li peymangeheke erebî fêrî muzîkê bûyî yan jî fêrî stranbêjiya bi terza ewropî, operayê bûyî, tu dikarî vê ji me re şîrove bikî?
Gava min xwest ez operayê bixwînim min biryareke tund da, ji ber ku civakê ev biryar nedida. Lewra min da bala xwe ku ez rêya xwe binexşînim, ez neçûm ku konservatuareke erebî bixwînim na. Ez çûm ku Memê Alan çawa bikim opera, çawa destaneke kurdî bikim opera. Tenê di nava muzîkalên erebî de mala Rehebanî bala min kişand, ji ber ku xwestin tiştekî cuda bikin û westiyan. Di encamê de çûm akademiyê bixwînim, ez ê fêrî harmoniyê bibim, her wiha ez ê fêrî belavbûnê bibim, bikim karê xwe ku civaka xwe pêş bixim û bi çavekî din li destanê binêrim.
Tu wekî kurdekê û hunermendeke di dema xwendinê de, pirsgirêkên ku tu pê re rû bi rû dimayî çi bûn?
Helbet gava tu tiştekî nû bixwînî tu yê bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînî. Ji ber ku tu keçek î û tu dixwazî herî hunerê bixwînî… Ev di nava civakê de zehmet bû, ez keçika bi tenê bûm ku li bazarê, bi birayê xwe re, li navçeya Dirbêsiyê kar dikir. Hinek pirsgirêkên wiha yên di nava civakê de min bi xwe û mala xwe re çareser kiribûn ku dikarim kar bikim. Paşê çûm Serêkaniyê jî bi birayê xwe re li ber fotografxaneyê bûm. Heta hin kesan digotin ma qey kurê Necîmo tune ne ku keça xwe dişîne da ku li dikanê bixebite. Lê bavê min bersiveke xurt dida wan û digot, Mizgîn bi sed mêrî ye. Ji ber vê yekê kesî nikarîbû pirsgirêkên wiha derxista. Heta bêbextî jî dikirin û ewlekariya wê demê jî nedihişt ku jinek vî karî bike. Dû re çûm Şamê, tevî ku digotin em ê te bişînin Rûsyayê, beşa dermansaziyê li cem birê xwe bixwîne, yan jî biçe Hesekê û bibe mamoste. Lê min ev tevde derbas kirin û xwişka min Şikriya ku ji bo min wekî dayikekê bû gelekî piştgiriya min kir û hişt ku ez wê qonaxê derbas bikim. A din jî di nava konservatuarê bi xwe de jî pirsgirêk derdiketin. Mesela digotin ev kurd e hay jê hebin. Tevî ku ez ji kesên jêhatî jî bûm, wan hevalên min ên ji min pir qelstir xistin nav kar lê wan ez nedixistim nav kar. Dema Serhildana Qamişlo ya 12`ê Adarê çêbû digotin hûn Kurdistanê dixwazin, tu jî kurd e û min ji xwe xerîb dihesibandin, derfet didan Ereban. Wê demê ez ji kesên yekem bûm ku min cihê xwe di nav wan de digirt û çaxê kom ji derve dihatin, dengê min diecibandin û digotin: “Ka were bi me re” lê rêveberiyê nedihişt.
Tu strana kelepûrî ya kurdî û operaya têkelî hev dikî, heta kîjan astê cemawer vê yekê dipejirînin?
Stranbêjiya kurdî û opera bi rastî hinekî ji hev cuda ye, wekî rêbaz wekî posîzyonên qirik, lê teknîka nefesê heman teknîk e. Dema ku tu straneke kurdî dibêjî bi dengekî perwerdekirî, bi perwerdeya dibistana operayê hinekî cuda dibe. Lê ez bi kar naynim û dibêjim pêwîst nake, sedema ku ez vê bikim tune ye, opera cudahiya hîs, karakter û taybetmendiyan e, divê mirov dengan baş derxe, lewma ez vê yekê nakim, ger opera bibêjim bi kar tînim, lê ji bo straneke kurdî nabêjim tenê nefesa xwe ya kurdî didim der.
Hin kes dibêjin stranên kurdî yên berê nedûrî awayê operayê ne, mînaka wê jî stranên hunermend Şakiro ye heta yên Kawîs Axa ye jî, tu ji bo vê çi dibêjî?
Ez im a ku dibêje ew stranên kurdî nedûrî opera ne, ev îdîa ya min e ku cudabûneke pir mezin di navbera opera û stranên kurdî de nabînim. Ji Gilgamêş bigire û heta niha ew destan hîn li cem me berdewam e û hunermendên me distirên, ez dibêjim ev cureyê hunerê ji Rojhilata Navîn û cem kurdan hatiye birin, xebitandin û bûye opera.
Tu çend salan li bakurê Kurdistanê mayî û niha jî tu li Rojava yî, te çi ji vê rêwîtiya xwe wergirt?
Bi xwedê ez dora deh salan li bakurê Kurdistanê mam, di neqeba Amed û Batmanê de dixebitîm hem li akademiya Cegerxwîn mamostetî dikir, hem jî mamosteya deng bûm. Heta demekê jî mamosteya muzîkê bûm, li Batmanê jî mamosteya Heskîfê bûm. Lê dîsa jî ez bi astengiyên dewletê û astengiyên ku di nava me de jî çêdibûn, rû bi rû dimam. Êdî li vir lêkirina dengan ji bo me bingeh bû, me projeyeke baş da meşandin, bû sedem ku orkestraya kurdî çêbibe û xewna xwe bibînim. Dema me dest bi destana Keybano kir ew gava yekem bû, min ew nivîsand û Mehmûd Berazî jî muzîk danî, ya din ku dixwazim balê bibim ser ew e ku me xwe spart stranên kevn, ji ber ku me xwest em di nava xwe de li xwe bigerin, lê mixabin ew orkestra hate sekinandin hem dewletê derfet nedida û hem jî kêmasiyên me hebû. Cardin hêviyên min hene ku ew ê projeyên baştir derkevin holê.
Projeyên te yên nû çi ne?
Niha ez hatime Rojava û min xwest ez karê li Bakur temam nebûye li vir temam bikim, tiştekî ji miletê xwe re bikim. Niha xebata orkestraya zarokan bi rê ve dibim, zarok zû bi zû fêr dibin; tu dibêjî qey toveke û tu diavêjî erdê hema wisa digihêjin. Wekî din jî muzîka rêzefîlimê bi rê ve dibim, di nav re jî hinek stranên xwe amade dikim ku tomar bikim. Bi rastî ez pir dixwazim orkestrayeke baş û bitevdîr li Rojava jî çêbibe. Lewma jî hewldanên me hene ku orkestraya mezinan jî çêbikim. Di dawiyê de ez pir û pir dixwazim serê xwe bi welatê re xwe re biêşînim.
Mizgîn Tahir kî ye?
Mizgîn Tahir a ku wekî yekemîn sopranoya kurd tê nasîn di sala 1976’an de li rojavayê Kurdistanê, li bajarê Dirbêsiyê hatiye dinyayê. Bavê wê dengbêj Necîmê Omerî an Necîmê Tembûrvan bû û birayê wê, xwîşka wê stranbêj bûn. Lê Mizgînê dixwest muzîkeke ji wan cudatir çêbike. Di 1999’an de dest bi konservatuarê kir û xwendina xwe di Amûjgeha Muzîkê ya Bilind de dewam kir, di sala 2004’an de xwendina xwe li Şamê bi dawî kir.
Hevpeyvîn: Evîn Hesen