Di 5’ê hezîranê de li Qada Deriyê Cebraîl a çiyayê Cûdî şewat derket. Li gorî agahiyên ji herêmê ev şewat di encama topebarana artêşa tirk de dest pê kiriye. Şewata li daristanê her ku diçe mezintir dibe û ji bo temirandina şewatê tu xebat nayên kirin.
Tê diyarkirin ku li heman heremê cerdevanên ji bajarokê Sêgirka û navçeya Qilebanê hatine daran dibirin.
Ji aliyekî din ve hate hînbûn ku li herêma Deriyê Mazî yê çiyayê Cûdî jî dest bi avakirina qelekoleke nû hatiye kirin û ji bo çêkirina rêya ewlehiyê gelek dar ji kokê ve hatine rakirin.
ŞIRNEX