Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hevdîtinên xwe didomîne. Şandeyê herî dawiyê li navçeya Xaneqînê bi çalakvan, siyasetmedar û rewşenbîran re têkildarî metirsiya êrîşên Tirkiyeyê û dagirkirina axa Kurdistanê de civiya.
Di civînê de Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûradî axivî û diyar kir ku hem herêm û hem jî tevahiya Kurdistanê di rewşek dijwar de derbas dibe û wiha got: “Planek berfireh ya herêmî li ser gelê kurd û destkeftiyên wê heye. Bi taybet dewleta Tirk zêdetirî 40 rojane ji bo dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê dest bi êrişek berfireh kiriye. Armanc ji Behdînan heta Kerkûk û Xaneqînê dagirkirina xaka Kurdistanê ye.”
Mûradî da zanîn ku helwesta aliyên kurdî li hemberî vê metirsiyê kêm dimîne û wiha domand: “Me nekariye em li dijî êriş û metirsiya dagirkeriyê yekitiya xwe avakin. Ji bona wê em hatine başûrê Kurdistanê li gel hizb û gelê Başûr behsa metirsî û armanca dewleta Tirk bikin ku armanca wê ne tenê PKK ye, belkî tinekirina hemû kurdan e.”
Piştî axaftina Mûradî rewşenbîran jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku şerê navxweyî ziyanek mezin gihandiye kurdan û hemû hizb ji wê yekê berpirsin ku nekarîne yekhelwestiyek ya gel li dijî dagirkirina Kurdistanê avakin.
Her wiha di civînê de biryar hat girtin sibe di saet 17:00’an de li Çerxerêya Kirindî ya Xaneqînê xwepêşandanek li dijî dagirkeriyê were li darxistin.