Li çoltera gundê Karinçax a girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê di 4’ê Hezîranê de dest bi operasyona eskerî hatibû kirin. Di dema operasyonê de şewat derketibû. Şewat bê navber dewam dike.
Hat diyarkirin ku piştî gulebarandina helîkopterê şewat derketiye. Çavkaniyên herêmê dest nîşan kirin ku şewat li qada daristanê belav dibe û kes mudaxileyî şewatê nake.