Riwayet ew e ku di wextekî de welatekî bi navê Frîgya hebûye. Ev welat, bê hikûmdar dimîne. Remildar dibêjin di nêzîk de kesekî bi gangilî/erebeya ga, têkeve bajarê wan, ew kes ew ê li ser textê hikûmdariyê rûnê û ew ê bibe keyayê wan.
Pir wext derbas nabe, kesek tevî erebeya xwe ya ga dikeve bajêr. Frîgyayî, wî kesî wekî keyayê xwe dipejirînin. Navê keya, Gordîon e. Li gor kehaneta remildar, dibin wê gangilîyê, ango erebeya Gordîon ya ga, bi şivterkên hilalkê bi perestegehê ve girêdidin. Bi hostahiyeke welê girêdidin, ti kes nikare wê girêkê verşîne. Navê wê girêkê datînin girêka “Gordîon” Paşê dibêjin heçî ew kesê vê girêkê verişîne, ew ê bibe hakimê parzemîna Asyayê jî.
Çîroka Gordîon û Îskenderê Mezin
Dem tê dewran dizivire. Îskenderê Mezin ji Makedonyayê tê. Riya wî bi welatê Frîgyayê dikeve. Hinek li ber guhê Îskender dixin û dibêjin hal û meseleyeke wanî heye. Erebeyeke ga, bi girêkuwîrkê hatiye girêdan. Her kî bikaribe wê girêkê ji hev verişîne, ew ê bibe hakimê parzemîna Asyayê.
Îskender yekser diçe li ba wê girêkuwîrka navdar ya Gordîonê. Dike nake nikare wê girêkê ji hev verşîne. Ê de ev Îskender e! Zû zû li ber ti buhuran nasekine. Îskender hêrs dibe. Şûrê xwe ji ber xwe kaş dike. Dibêje vîzt û davêje ji girêka Gordîonê. Girêkê dike du qet, davêje dera hanê.
Belê, kehanet dicebire û Îskender dibe hakimê parzemîna Asyayê. Lê kermêşek bi hikûmdarê Asyayê vedide û wî dikuje. Îskender, xêrê ji hikûmdariya Asyayê nabîne.
Têgotin, hingê Îskender bêhntengî kiriye. Ji dêlva girêka Gordîonê bi dest ji hev verişanda, bêtebatî kiribû û bi şûrê xwe girêk qet kiribû. Lema jî ew bi mirazê xwe şa nebûye.
Gava ez nîqaşên li navenda komela rewşenbîrên Zaxoyê, ya ku rewşenbîr xwe bi xwe di navbera hev de dikin guhdarî dikim, ev serpêhatiya Îskender û girêka Gordîonê tê bîra min. Ger rewşenbîr ev bin, nexwe xelkên ji rêzê çawanin gelo?
Ev çawa rewşenbîrî ye ku ne bi berhemên xwe yên hunerî, lê bi eşîra xwe xwe dipesinînin. Bê guman çend rewşenbîrên ku ji ber van nîqaşên erzan tengezar jî hebûn. Lê hejmara wan ji tiliyê destekî derbas nedikir. Heta nêviyên tilîkê destekî jî derbas nedikir.
Li Başûr mijara eşîrtiyê
Wer tê fêmkirin, ger li başûr tu merivekî bêeşîr bî, mîna tu merivekî bêjî bî, ew ê wanî bi wî çavî li meriv binêrin. Her tişt li gorî vê hişmendiyê tê birêvebirin. Liyaqet na, lê torpîla eşîrtiyê derbasdar e. Ev helwesta wan, sîrayetî hemû reh û rincên civakê jî kiriye. Ev hişmendiya kufikî, ya ku eşîrên Afrîkayê jî dev jê berdane. Lê hîn jî li başûr, bi awayekî gelekî berbelav derbasdar e. Vê aqilê eşîrtiyê, bi awayekî şênber civak sil kiriye, pûç kiriye, tevizandiye û bê vîn hiştiye. Lema jî, hemû kêşeyên wan, nola girêka Gordîonê lê hatiye. Heta em dikarin navekî nû li vê rewşê û li vê pirsgirêk-kuwîrkê bikin: girêka k(g)ordîonê!
Belê. Ev girêkuwîrka k(g)ordîonê, li benda Îskenderekî ye; Îskenderek were, şûrê xwe ji ber xwe kaş bike, bavêje ji girêkê, bike du qet û dev jê berde!
Min li Zaxoyê tam sêzdeh rojên qut û gilover li dû xwe hiştibû. Êdî bi derengî be jî ez berê xwe didim Hewlêrê. Axpînka çolistana ereban dîsa hewa herrimandiye. Li hewayê, edetî ewrê remilkê geriyaye. Ewrê meha nîsanê û bawîsoka çolistana ereban li hev geriyaye, li atmosferê edetî helawa ewr û toz tebarê gewimiye.
Hema ji zarokatiya min û vir ve çaxa wanî dinya reş dixeniqe, xofeke nayê ravekirin xwe li bedena min radipêçe. Bi qasî tê bîra min, di rojên wanî awarte de, kûçikên gund tevdekan bi hev re deng pevdixistin, bi sewteke zîz û tirsnak ber bi ezman ve dizûriyan.
Min paldaye cama erebê û ez ji xwe re diponijim. Ez xwe bi xwe ji xwe re dibêjim: Gelo kî dikare vê girêka k(g)urdîonê jihev verişîne û bibe hikûmdarê vê dojehê!
Hinek bobelat henin, gotin li hemberî wan bê taqet û têr nakin; ango gotin li hemberî wan bêkîfayet in. Meriv dike nake, meriv nikare wan bobelatana binivîse. Ez jî nikarim.
Malbata dayika Şemê
Li Wargeha Çemmişkan a penaberên êzidî em derbasî binê konekî dibin. Ev serpêhatiya xwediya malê ya dayika Şemê ye; gava DAÎŞ êrîş dike, pênc kur û du neviyên dayika Şemê di cî de dikujin. Du qîzên wê jî digel çend neviyên wê bi xwe re direvînin dibin. Qîzek wê avê li xwe dike û diçe bi cilên şil xwe bi ceyranê ve digire û xwe dikuje. Qîza wê ya din jî zenda xwe dibire û xwe dikuje. Heft heb neviyên wê, hîn jî di destê DAÎŞ’ê de ne.
Tişta min matmayî jî dihêle ew e ku, tevî ewqas karest hîn jî ev dayika hanê xwedî baweriyeke xurt a nehejîner e. Nola dibêje, ger meriv pola bûya jî dîsa meriv ê biheliya. Lê na! Dayika Şemê, ne dayikek ji wan dayikan e. Ev dayik, hemû taybetmendiyê dayikeke jinxasan e, di xet û derbirîna li ser rûyê xwe de dihebîne. Meriv ji sekan û metaneta wê re bengî dimîne.
Gava ez radibim li ser xwe û xatir ji wê dixwazim, nola ez biçim tewafa xwedawendekê, wanî diçim destê wê radimûsim.
Lîstika ‘koruk’ an ‘mangqelê’?
Hema bigire di her kolanê de û ji her çend konan li pêşiya konekî kalemêrên hîn jî li ser xwe bûn, li ser merşekê rûniştibûn û li ser textekî xwar ve hatibûn, wanî bi lîstikeke xerîb dilîstin. Navê wê lîstikê, jêre digotin ‘koruk’.
Ez ne xelet bim, navê vê lîstikê di destana Dewrêş û Edûlê de jî derbas dibe û dengbêjan di destanê de, ji vê lîstikê re digotin lîstika ‘mangqelê’.
Ez jî hema diçim li gel wan kalemêrên bi wê lîstikê dilîstin, rojbixêrekê li wan dikim û diçim li ba wan rûdinêm. Kalemêr ewqas di ser lîstikê de pêl bûbûn, hinek jê ji wan tew li min jî hay nabin. Yên li min hay dibin jî, bêyî serê xwe ji ser textê lîstikê rakin, bi serê lêvan silavê li min vedigerînin.
Lîstik jî ne lîstik e, tu dibêje qey rîtueleke ayînî ye. Kes bi kesekî re napeyive. Hem yên dilîzin, hem yên lê seyr dikin di ser text de diponijin. Diponijin û hey diponijin.
Textê li ber wan ji 14 kortikan pêktê. Heft li vî alî, heft li wî alî. Di her kortikekê de pênc kevirên bi qasî nokan hene. Lîstikvan, her carê radihêlin kevirên kortikekê û fer bi fer, zo bi zo li ser kortikên din belav dike. hema wer dinuqute dilê min, ez dibêjim ez heft salan jî li vê lîstikê seyr bikim, ez ê ti tiştî jê fêm nekim. Ji lîstikê ti tişt ber bi serê min ve naçe. Bi min wer tê ku ev lîstika hanê mêjiyê meriv ditevizîne. Yan jî sekna lîstikvanan vê îmajê dide min.
Digel ku ez dizanim dengê min li wan hay nabe jî ez dîsa jî xatirê xwe ji koma lîstikvanan dixwazim û em arasteyî kolanên wargehê dibin.
Penaberên welatê xwe!
Berî ez ji Zaxoyê veqetim, ez çûbûm Wargeha Çemmişkan jî. Li vê wargeha hanê 22 hezar penaber hene. Dibe ku hûn bibêjin penaberên çi? Belê. Penaberên welatê xwe!
Gava DAÎŞ, êrîşî li ser herêmên êzidiyan dikin, hingê yên ruhê xwe xelas dikin, xwe davêjin bextê gelê xwe. Li derdora 100 û 50 hezar kes tên li derdora Hewlêr, Duhok û Zaxoyê bi cih dibin. Ev Wargeha Çemmişkan jî, wargehek ji wan wargehên penaberan e.
Bi awayekî dostane ez têkiliyê bi berpirsê wargehê re datînim. Bi duayên derwêşan, bi tirên gamêşan ez diçim wargehê. Lê mazûvanê min, hinekî bi fikar e go tiştek were serê min û wî. Carna ew zaxê dide min, carna jî ez zaxê didim wî.
Em bi pîqaba mazûvan li nava wargehê digerin. Kolanên wargehê tije zarok in; nola mûristana gêrîkan xilxila zarokan e. Roja di asoyê de diçe xwar, siya konên wargehê dirêj kiriye. Kalemêran û pîrejinan jî xwe avêtine li ber siya dirêj a êvarê. Hin ji wan li ser kursîyên plastîk rûniştine. Diyar e li ser kursiyan jî westiyane. Lema jî gopalên xwe li pêş xwe di erdê de çikandine. Kefa her du destên xwe danîbûn li ser dar û wanî ji xwe re kirıne destega sêyemin. Kalemêr û pîrejinên zêde westiyayî yên ji zax de ketî, çenga xwe jî danîbûn li ser pişta destên xwe yên li ser dêr û wanî di halê xwe de diponijîn.
Li wargehê zarokê birçî
Mazûbanê min, vîdeoyeke bi xwe li wargehê qeyd kiribû şanî min dide. Di kurtevîdeoyê de zilamekî navsere, digel sê zarokên xwe û hevjîna xwe ya astengdar di ser hev de digirîn. Dixwaze bipeyive, lê ji ber kela girî dev nagere tiştekî bibêje. Tenê tişta jê tê fêmkirin ew e, dibêje: “Ev serê du meha ye, xwarin di gewriya min û zarokên min de neçûye xwarê; tenê em bi nan û çayê îdare dikin.”
Ez ji mazûbanê xwe re dibêjim: Ê ma çima tu min nabî mala wî bi xwe?Mazûbanê min bi fikar e. Lewra erkdar, ango berpirs naxwazin ev dirama dilguvêş were zanîn. Şêniyên wargehê, di bin mercên gelekî giran yên çewisandin û birçîmayinê de dijîn. Heke meriv bikaribe jêre bibêje ‘jiyan’.
Mazûban li çavê min dinêre, ez li çavê wî dinêrim. Ew radibe dimeşe, ez jî didim li dû wî.
Gotin û dîtin nabin yek
Jixwe hemû kolanên wargehê dişibin hev. Em diçin li ba konekî disekinin. Mazûbanê min li derve bangî şêniyê malê dike. Dengekî lawaz, ew çend jî bê taqet ji hundur tê. Gava em dikevin hundirê konê naylonî, pêla êlmeke ji sefaletê jî wêdetir li ser çavê me dixîne.
Malxweyê malê li ser hestiyê piştê ye û lingên wî li ser balîfê, wanî ramedandî ye. Di her halê wî de diyar e go ji nêza ji zax/taqet de ketî ye. Xofeke neyê ravekirin xwe li laşê min dipêçe. Xwedê neke! di rewşê wanî de meriv dikare goştê hevûdu jî bixwin. Nola dibêjin: “Dîtin û gotin nabin yek!” Xwînerên ezîz, gelo di jiyana xwe de we tu car kesekî ji birçîna serberjê razayî dîtîye gelo?
Min paldaye cama erebê û em ber bi Hewlêrê ve diçin. Erebeyên me derbas dikin û yên ji hember de tên, ji her deh erebeyan şeş jê ji wan Jeep’ên lukus in, li rast û çepê me erdên beyar, yên necotkirî, li wargehan bi deh hezaran merivên betal û li ser zenga dirana birçî, li jor firtûneya toz û tebarê û ez ji zarokatîya xwe de ji rojên wanî reş-xetimandî ditirsim…
Qilîmayê, hundirê erebê tibabekî hênik kiriye. Ez rûyê xwe dispêrim cama derî a cemidî û em ber bi Hewlêrê ve diçin.
De min li jorê jî gotibû: “Hinek bobelat henin, gotin li hemberî wan bêkîfayet in. Ma ez ê bi kîjan gotinan bikaribim êşa dayika go daîşîyan goştê zarokê wê pê daye xwarin, bînim ziman?