12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Kurd ên Helbestvan

Dîroka Kurdistanê ya ji deh hezar salî dirêjtir e; di heman demê de dîroka avakirin, afirandin û dîroka jiyanê ye ango dîroka jinê bixwe ye jî.

Bêguman helbestvanên ji vê axa qedîm li ser bingeha têr û tije strandine, qîrkirine û rêzik bi rêzikan nivîsîne.

Helbest ji bo helbestvanan her tim xwedî wateyeke cuda bû, lê peyv û rêzik ji bo jinan bûye deriyekî nefesê.

Yanî peyv, gotin ango kelam rêhavalên jinan bû, di bêdengiya ku ew nediahte famkirin de peyv dihatin bi hawara wê ve.

Ji bo vê yekê jî li ser erdnigariya Kurdistanê ya ku tim wek ciyê rîtûel, keyf, şahî, şîn, reks, şer, koçberî, xweza û afirandinê bû jinan ev hestên xwe bi zarok, heskirî, welat û xwezaya rê parve dikirin.

Jinan bi hezaran çîrok, stran, çîrçîrok û helbest carinan li ber dergûşê, carinan di şer de, carinan ji bo xwezayê û carinan jî ji bo hesreta welat, ji bo ajal û bax û bostanê gotine.

Gotinên jinan wek helbest, stran û çîrokan hem devkî hem jî bi nivîskî heta roja me ya Îro hatine.

Di Dîroka kurdan a ku bi peyv, gotin û bi dengbêjiyê heta roja me ya îro xwe parastî de keda jinan bêguman gelek mezin e.

Di vê kedê de her çiqas ku navê bi hezaran jinan tune be jî yên navê wan heyî mînaka bingeha xort nîşanî me didin.

Di rûpelên dîrokê de herî zêde em li kelamên jinên yarsanî rast tên.

Li gor lêkolîna Sevda Orak Reşîtoglu û ya Huseyîn sagniç, navê hin jinên wêjekar ên kurd ev in;

Dayê Tebrîzê Hewramî (10’emîn), Celale Xatûn Loristanî (11), Reyhan Xanim Loristanî(11), Fatime Loreyê Goran (11), Liza Xanim Caf (11), Xatûn Meyzerd (12), Dayê Xezan Sergetî (12), Xatûn Dayrak (15), Pîr Nazdar Xatûnê Şîrazî (14-15), Nêrgiz Xanim Şahrizûrî (14), Xatûn Zer Banû Derziyanî (16), Semen Xanimê Dewdanî (16emin), Mestûre Erdelanî.

Jinên helbestvan, helbestên xwe bi piranî bi zaravayê goranî û hinan jî bi soranî nivîsîne.

Mijara van kelaman bi piranî bawerî ye ku em dikarin tê de bûyerên wek dûnadûn, tecellî, hezkirina Xwedê bibînin. Wekî din em dikarin xweza, dîrok, hestên derûnî û jiyanê jî bibînin di van kelaman de.

Ev helbestkar û wêjevanên kurd di navbera sedsala 10 û sedsala 19’emîn de jiya ne.

Li gorî yarsanan, di sedsala 15mîn de, ev edebiyata devkî, ji aliyê nivîsevanê Sultan Sehak ve, yanî ji aliyê Pîr Mûsî ve hatine qeydkirin. Pîr Mûsî kelamên serdema xwe û yên beriya serdema xwe, di defterê de qeyd kirine.

Ev yek jî di dîvan û defterên aîdî nivîskaran derkeve holê. Her nivîskarek di defterên xwe de propagandayên ol û baweriya xwe bi bi zimanekî wêjeyî ango helbestan dinivîsinin.

Kurdan ji her çar dewletan zordestiyeke mezin dîtiye, hem ji aliyê zimanê xwe ve, hem jî ji aliyê çanda xwe ve. Ji ber vê, di wêjeya kurdan de pêşveçûnek xurt pêk nehatiye, heta edebiyata ku saz kirine jî bi demê re zeîf bûye.

wek me di destpêka bernameya xwe de jî gotî; wêjeya devkî hem edebiyat, hem ziman hem jî çand li ser piyan hiştye.

Bi vî awayî jî helbest û berhemên jinên kurd heta roja me ya îro gihaştine destê me.

Li ser vê bingehê, di roja me ya îro de jî gelek jinên kurd ên helbestvan bi rêzêkên xwe pêşîvaniyê dikin.

Di roja me ya îro de jinên ji çar perçeyên Kurdistanê,  îro êdî bi helbestên xwe navê xwe belav dikin.

Em dixwazin bi kurtasî be jî ji we re qala hin ji van jinên kurd ên helbestkar bikin.

Kejal Îbrahîm Xidara

Helbestavana kurd Kejal Îbrahîm ji bo ziman û wêjeya kurdî xizmeteke mezin daye.

Li Qeladizê ji dayik bûye.

Kejal, Di sala 1987’an de dest bi nivîskariyê dike.

Berhemên wê bi zimanê Farisî û Erebî hatin wergerandin.

Du berhemên wê bûn mijara şanoyê. Kejal endama PENa kurd bû.

di 24’ê nîsana 2018’an de xwîn  diçe ser mejiyê wê û jiyana xwe ji dest dide.

Kejal li pişt xwe gelek berhemên helbestê dihêle.

Mizgin Ronak

Helbestvana kurd Mizgîn Ronak ji Amedê ye.

Mîzgîn di temenekî ciwan de tev li PKK’ê bûye.

Di sala 1992’an de li Amedê hatiye girtin û piştî darizandinê, cezayên muebetê girtiye.

Mizgîn heta niha di gelek rojname, kovar û malperan de nivîsan dinivÎse.

Bi navê ‘Dilavî’ û  ‘Sêv jî me dikujin’ du pirtûkên wê yên helbestê hene.

Jana Seyda

Jana Seyda helbestvaneke ji Amûdê ye.

Di salên nodî de gelek helbestên wê yên bi kurdî û erebî tên weşandin. Her wiha wergera berhemên erebî jî dike.

Bi navê Şeva Dawî,     Destê Sibê Deriyên Nîv Vekirî yên Evînê     û Ber Êvarê      pirtûkên wê yên helbesta ji weşanxaneyên kurdî hatine çepkirin.

Nahîd Huseynî

Di sala 1967’an di bajarê Seqizê yê Îranê tê dinê.

Huseynî hê 18 saliya xwe de dest bi nivîsîna helbestan kiriye.

Demekî rojnamegeriyê dike. Di radyoya Sineyê de bernameyên çandê çê dike. Niha jî li Silêmaniyê dijî.

Li gel helbestvan wek Fatma Savci, Yildiz Çakar, Gulîzer,  Dîlber Hêma, Asya Xerzan, Roza Metîna, Nuroj Munzur, Bûşra Kesnezanî, Evîn Şikakî, Evîndar Kurdistan, Sultan Yaray, Xaylaza Reşîd, Narîn Omer, Esma Onat,  Cîhan Hesen, Nûrcan Delîl, Fatêxan Tunç, Herdem Merwanî, Karîna Osoyan, Liana Evdî, Mizgîn Hesko, Bêrîvan Dosky  jî bi hezaran helbestvanên jin ên bê nav hene.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê