12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Maliyê artêşê serok û wezîr girtin

Desteserkirina artêşa Maliyê û girtina serok û serokwezîrê wî welatî ji alî Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û DYA’yê ve hat şermezarkirin.

Duh serokê Maliyê yê demkî Bah Ndaw û serokwezîr Moctar Ouane ji alî artêşa Maliyê ve hatin girtin. Beriya wê jî artêşê wezîrê parastinê û Wezîrê Ewlekariyê ji kar girtibûn.

Li gorî agahiyan parêzvanên niştimanî ev girtin pêk anîne di demekê de ku serokwezîr dest bi avakirina hikûmetekê kiribû.

Serokwezîr ji ajansa Fransayê re da xuyakirin ku leşkeran ew bi darê zorê biriye nivîsgeha serokê Maliyê.

Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê , Ingilîstanû DYA’yê girtina rayedarên Maliyê şermezar kir. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li ser hesabê xwe yê Twîterê bang li Artêşa Maliyê kir ku bê şert û merc û demildest rayedarên binçavkirî serbest berde.

Wekî tê zanîn di îlona sala derbasbûyî de Bah Ndaw bûbû serokê demikî yê Maliyê da ku di nava 18 mehan de hikûmetekê ava bike piştî ku darbeya leşkerî li dijî serokê berê Ibrahîm Ebû Bekir pêk hatibû. Lewre artêşa Maliyê di bin zextên navneteweyî de hikûmeteke demkî ava kiribûn û soz dabû ku di nava 18 mehan de desthilatiya welat li sivîlan vegerînin.

Beriya mehekê hikûmeta demkî dabû xuyakirin ku dê hilbijartinên wan di adara 2022’an de pêk bên her wiha dê beriya wê jî refrandûmek ji bo guhertina destûra welat pêk hatibûya.