Li gor agahiyên ji aliyê ajansa AFP’ê hat parvekirin li cîhanê ji 210 welatî heta niha milyarek û 500 milyon û 17 hezar û 337 dozên aşiyê zêdetir aşiya Covîd-19 hatiye kirin.
Lê belê ji van dozên aşiyê ji 5’an 3 tenê aidî sê welatên wek Çîn, DYA û Hindistanê ye. Çînê 421 milyon û 900 hezar doz, DYA’yê 274 milyon û 400 hezarî û Hindistanê jî 184 milyon û 400 hezar dozên aşiyê heta niha bikaranîne.
Li gor nûçeya ku di rojnameya The Guardianê de derbas bûyî li Israilê ji dehan 6 kes aşî bûne. Li Ewropayê ji sedî 32 kesî hindiktir kes hatine aşîkirin. Li tevahiya 11 welatên cîhanê jî hê aşî dest pê nekiriye jî.