12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bexdenûs

Merheba

Ji bin kavilan, ji bin xwelî û lehiyan, ji nav birînên ku devên xwe vekirine û dixwazin me bixwin re, merheba dîsa! Belkî sed sal, belkî rojek, belkî jî tenê pênc deqe derbas bû. Belkî em êdî ne em ew in, belkî jî tu tişt û tu der neguerî û em dîsa em in, li vir in, li wir in, li her derê û her demê ne. Li her derê û her demê jî em ên kevn û nû, ji serborî û dubarehiyan merheba!

Van rojan ev nûçe dîsa pir li pêş in: “Derî şikandin û ketin hundir. Çekan spartin serê me, me li erdê dirêj kirin.” Erê ew wiha ne, derî dişikînin, li erdê dirêj dikin, çekan dispêrin serê mirov, bi taybetî jî serê kurdan û zarokên wan. Gelo dibêjin qey bi vê faşîzmê dê kurdîtî bibe parçeyek ji wan çek û gotinên wan ên qirêj? An jî dibêjin qey dema ku derî tên şikandin û însan û kurd di mala xwe de, li ber hezkiriyên xwe û bi hezkiriyên xwe re wekî firaq û amûran li ber hev tên dirêjkirin, ew pê mezin dibin û yên din (kurd) biçûk dibin û dest ji kurdîtiya xwe berdidin?

Belkî jî dibêjin qey dê bi van êrîşên Nazîst; hemû travma, kompleks, fentezî û nizanim çi yên xwe derbas bikin, bibin kolonyalîstên (mijokdar) çêtir, hêzdartir… Lê nabe. Ev zilm me biêşîne jî we dixwe, dibe ser sergoyên kûçiktiya faşîzmê. Em dîsa sax in, em in, kurd in. Ji paş deriyên şikestî, malên talankirî jî bin, em dîsa em in. Çekên we yên ku hûn wan dispêrin serê me, xeyal, armanc û çîrokên di serê me de naqedînin, nakujin, nikarin bikujin. Ev serî dîsa eynî serî ne, heman tiştî difikirin û natirsin. Ev derî dîsa jî heman derî ne, deriyên malên kurdan, malên dijminên we…

Erê hûn bi vê wehşetê dijminahiya xwe hezar carên din jî îsbat dikin. Erê hûn dijminê mirovahiyê kurdîtî û şaristaniyê ne. Hûn dijminên xwe ne jî û dê ev dijminatî we biqedîne lew ên wek we jî qedandiye. Mînak; dîktatorek li Amerîkaya Latîn hebû. Tenê ji ber ku zimanê gelekî nagere ku navê bexdenûsê bi zimanê wan bêje ango bêje “parsley” (spanyolî: bexdenûs) bi hezaran mirovan kuşt! Çima? Lewre zimanê wan cuda bû, ne spanyolî bûn û nikaribûn “r” ya di “parsley” de bigotana! Loma jî hatin kuştin bi destên hevalbendên gurên boz. Lê dîsa jî ew in ên ku niha li bîra me ne, bes kes nizane ku ew dîktator niha li bin kîjan dojehê ye. Loma jî deriyan bişikînin bi qeyûman her derê talan bikin lê ev zilm pêşeroja we dişikîne, ne ya me. Ên ku dê di nav der û dezgehên welatê kurdan de ji ber karên xwe yên hipîheram tune bibin hûn in. Lewre binê pêlavek jî ji we hez nake, kêzikek jî lingê kûçikek jî. Hûn heram in heram!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê