HDP’ê ji Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku piştî wekîltiya wî hat betalkirin, girtin û dûre şandibûn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê re nameyek şand, lê rêveberiya girtîgehê name ne da Gergerlîoglû.
Kurê Gergerlîoglû Salih Gergerlîoglû ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li dijî bavê xwe. Salih Gergerlîoglû diyar kir ku bi nameyê re kaxizên nûçeyên derbarê bavê wî de, derketin jê re şandine, lê name û ev nûçe bi hinceta “bifikarin” ji bo bavê wî nehatine dayîn.