Hefteya borî, me qala destpêka çîrokên xwe kir. Me hinek Ferx û Gilgamêş nas kir. Dê niha jî hinek Sitî û Enkîdû nas bikin û berdewamî çîrokan bin…
Rêwîtiya hêzê ya Gilgamêşî
Piştî Enkîdû û Gilgamêş dibin xweşdiviyên hevûdu, wisa bawer dikin ku êdî li ser dinyayê çi hêz nikare wan têk bibe. Ji bo şerê Hûnbava ber bi daristana Urzê ve diçin. Li dijî Hûnbava şer dikin û Hûnbava têk dibin. Di vê navberê de xwedawenda lawîniyê Îştar hay ji van çêdibe û ji Gilgamêşî hez dike lê belê Gilgamêş wê qebûl nake û dibêje; “Tu aşiqên xwe dikujî û ser jê dikî, ez dê çawa bibim evîndarê te!”
Piştî vê Înana/Îştar hêrs dibe û gayê asîmanan berdide li ser Enkîdû û Gilgamêşî.
(Ber bi dawiya nivîsê ve em dê hay jê bên ku heman karaktera Îştar rastî Ferx jî tê û ji Ferx hez dike; Ferx jî weke Gilgamêşî wê qebûl nake. Bes navê karaktera me Perîgul/Gulendama Perî ye, wê jî aşiqên xwe kûştine û bi kuloxên wan qesreke spî çêkiriye)
Her du heval gayê asîmanan jî têk dibin. Yekcar baweriya hêza xwe dikin û xwe ji xwedeyan mezintir dihesibînin.
Xwedayên asîmanan êdî dixwazin ev her du mirov hedê xwe bizanibin. Peyama mirinê bi xewnê ji Enkîdû re dişînin. Xwedayên asîmanan ji wî re wiha dibêjin; “Tu dê bikevî mala tarî ku yên têdikevinê careke din venagerin; tu dê biçî rêka çûn û nehatinê!”
Enkîdû hişyar dibe û dizane ku dê bimire, ji xwedeyan hêrs dibe; “We ez neşandibama û ew jin nehatiba, ez nedibûm mirov, ez xweyî çandê nedibûm û niha jî nedimirim!”
Xwedayê tavê Şamaş hingê ji Enkîdû re dibêje; “Tu jî weke her mirovekî dê bimirî dijûnan li wê jinê nede. Wê jinê li ser dinyayê her çi tiştê xweş hebe da te; eşq, hevalînî, xwarinên xweş, bêhnên çê… Te çand zanî, wê tu kirî mirov û mirov jî dimirin.”
Bi saya jinê û çandê, Enkîdû êdî bûbû mirov û jiyaneke xweş derbas kiribû. Xwe li benda rihkêşana xwe girt, li ser milên Gilgamêşî riha xwe da.
Rêwîtiya Ferx a xwenasînê
Ferx çardeh salî ye. Hêj taybetiyên wî yên xwedayî didomin. Ferxê sêwî, ji hêla mamê xwe ve hatiye mezinkirin. Mam, weke kurê xwe mezin kiriye, Sitî jî weke xwişka wî…
Ferx xewnekê dibîne, derwêşek (xwedayek) dikeve xewna wî, dibêje; “Tu Ferx î, Ferxê Serkan (Hadî), ne Bab e Serdar, li te mam e hêj ji landikan, Sitî li te yar e, hêj ji nîvesêvan…”
Ferx hizrên xwe dike, hay jê tê ku; ew (Ferx) dema nû ji dayik dibe, ew bixwe navika xwe dibire, digel dapîrojkan diaxive, qesta dîtina Sitiyê dike.
Careke din hay ji xwe tê ku ew aşiqê Sitiyê ye û xwedayan Sitî ji bo yar û yarmetiya wî şandiye.
Ferx şivanê mala mamê xwe ye, Sitî jî bêriyê pezên xwe ye.
Piştî li vê derê karakterekî din dikeve çîroka me; Çîkal/Çûxal.
Çîkal şivanekî bêhempa ye. Li cem wî jî taybetiyên xwedawendiyê hene. Pezên xwe difirîne, rihê xwe dikare bike bedena pezan.
Weke di destana Gilgamêşî de, li vê derê jî Ferx û Sitî dikevin çend hewldanên serketinê. Çîkal qesta Sitiyê dike, dikeve nav bedena berxekê û ber bi Sitiyê ve diçe. Di vê demê de Ferx hay jê tê, gopalê Çîkalî distîne, diçe ber berxî;
“Hetê berxo, berxê nêr î
Tu berê xwe ji makê vegêrî
Çawa yî, berê xwe ji sing û bedenêt şengedotmamê sexbêrî…”
Piştî çend bendên din, Çîkal ji berxî derdikeve. Ferx û Sitî li ber Çîkalî disekinin heta diwestin lêdixin û têk dibin. Li vê derê Ferx û Sitî evîndariya xwe ji hevûdu re dibendînin.
Sitî:
He ji beheştê heta dojê
Heke vekim kilîla bijkojê
Dê rawestînim heyv û rojê.
Ferx:
Heyha we ye, her we ye
Serdara min lawke Sitî ye
Ew e kotirka gerdenspî ye
Ferxegiyan lew lê vîn maye.
Çîkal vê yekê ji bavê Sitiyê re gilî dike. Her çawa di destana Gilgamêşî de piştî têkbirinekê xwedawend aciz bibin û biryareke neyînî dabin, li vê derê jî acizî heye û biryarek derdikeve holê; kuştina Ferxî.
Gava Sitî hay ji vê yekê tê, dixwaze Ferx jî ageh jê hebe. Li ber deriyê malê sê morikan hildiavîse (spî, şîn, sor). Ferx dema tê û van morikan dibîne nakeve hundir û dibêje;
Hindî morka sor e xwîna vî canî ye
Hindî morka spî ye kefenê vî laşî ye
Hindî morka şîn e şînî û nihara rihê min e.
Sitî xewnekê dibîne di xewnê de ji Sitiyê re tê gotin; “Divêt Ferx bigehe ew rêka çûn û nehatinê, hûn dê hingê bigehin êkûdu, dê bibe heyna herhatinê…”
Sitî diçe cem Ferxî û jê re dibêje; “Divêt tu biçî rêka çûn û nehatinê, em dê piştî li wê derê bigehine êkûdu, dê her devêk bin…”
Ferx, diçe tewilxaneya hespan, ew hespê Bozeşîn ê ku ew parastî, ew hespê ku hêj di landikê de digel wî axivtî jê girt, karê çûnê kir. Dest bi rewîtiya xwe kir, rêwitiya xwezanîn û xwenaskirinê…
Heke bala we jî kişandibe ev yek di Gilgamêşî de heye. Piştî Enkîdû xewnê dibîne, dizane ku dê bimire û bi vê xewnê rêwitiya Gilgamêşî dest pê dike. Belê, Ferx jî bi xewna Sitiyê dest bi rewîtiyeke bêdawî dike.
Taybetiyên xwedawendiyê
Ferx piştî dest bi rêwîtiyê dike, digel hesp, befr, çiya û hwd. diaxive. Bêsekn hespê xwe siwar dibe, êdî diweste, xwe li cihekê dirêj dike radikeve. Heta mehên biharê hişyar nabe, hespê Bozeşîn li ber serê Ferxî dibe nobe, disekine.
Di vê navberê de Ferx hêdî hêdî xwezayê nas dike û helbet hay ji xwe tê, xwe nas dike. Her çend taybetiyên xwedawendî hebe bi kar tîne. Ber bi bêdawîtiya dawiya xwe re diçe. Li ser rêka xwe rastî rûbarekî boş tê. Sîpelên rûbarî li ser deh bejnên mirovan dibore, tenê kesek heye ku vê avê derbas bike, Kelekvan Xwarhû…
Gilgamêş jî, dema dikeve rêka lêgerîna nemirtiyê, gelek deveran diborîne, gelek bûyeran dijî. Ew jî di rêka lêgerîna xwe de rastî behrekê tê, tenê kesek heye ku wî derbas bike û bigihîne giyayê nemirtiyê; Wirşanabî…
Di her du destanan de dizanin ku ev avên ku dê bên derbaskirin gelek bi talûke ne, avên dojehê ne. Lê belê her du karakter jî ji van rûbaran derbas dibin.
Ferx digel Xwarhû diaxive;
Erê Xwarho kelekvano
Tu keleka xwe berde ser defano
Xelk û alem digehîte sîpelano
Ez ê derbas kim çil û çar avano…
Rêkên çûn û nehatinê
Gilgamêş, ber bi dawiya çîroka xwe ve, diçe li ser çiyayekî, hilatin û avabûna rojê di heman demê de dibîne. Ji dûr ve deriyekî dibîne, li pêşiya vî deriyî du dergevanên dûpişk hene. Gilgamêş dipirse; “Gelo ev derî ber bi ku ve vedibe, min divêt jê derbas bim?”
Dûpişk; “Yên ku ji vî deriyî derbas bûn nehatine, ev deriyê çûn û nehatinê ye.”
Gilgamêş ji wî deriyî derbas dibe. ev deriyê xewna Enkîdû ye; “Dê ji deriyekî derbas bî û bikevî xaniyê tarî!”
Gilgamêş dema têdikevê, ji bilî bêdengî û tarîtiyê tişteke din nabîne û nabihe. Di dawiyê de hinek dengê ba dibihe û ronahiyekê dibîne, tê dawiya rêka xwe.
Ferx, ber bi dûmahîka çîrokê ve digel Bozeşîn û kesekî diçe seyrangehekê, li vê seyrangehê hemû çiyayên deverê û hemû nihalên derdorê dibîne. Lê dinêre, li ser hemû çiyayan mirovek heye, di hemû nihalan de yek derbas dibe lê belê tenê dolek kûr heye kesek jê derbas nabe.
Ferx dipirse; “Gelo ev newal ber bi ku ve diçe, ne kes tê, ne jî kes diçe?”
Kesek (nav ne diyar e); “Ew rêka çûn û nehatinê ye, her kî rêka xwe dabe li vê newalê êdî venegeriye.”
Ferx dibêje; “Ev ew rêka Sitî di xewna xwe de ditî, rêka çûn û nehatinê, dawiya rêkê sebeba gihîştina me ye.”
Ferx dibe rêwiyê vê rêkê;
“ …û Ferx li Bozeşînê siwar bû, ber bi geliyekî bêdawî digel Bozeşînê bi rê ket. Di wî geliyê kûr û bêdûmahîk de ji bilî wî û bozeşînê keseke din tune bû. Ber bi işqa abadînî ve çû…”
Gihîştina armancan
Ferx, bi şev û rojan di rê de ma. Êdî ne xwarin ma ne jî av, digel Bozeşînê giyayên erdî xwar, bêhal ma.
Ji nişka ve dengê çeman, dengê çûkên zozanan bihîst, her çawa serê xwe rakir, ji dûr ve weke hêkeke spî qesrek mezin dît, li derdoran tijî gul û çîçek…
Hizra xwe kir û got; “Dawiya rêka çûn û nehatinê ev e.”
Her ku nêzîk bû ev qesra spî baştir seh kir. Dît ku ev qesr bi kuloxên mirovan hatiye raçandin.
Ferx, ber bi qesrê ve çû, dît ku çar pîremêrên xweyî rih û pirç li ser textekê rûdinin, pirç û rihên wan heta ber piyên wan dirêj bûne.
Ferx dibêje; “Pîremêrîno ev çi qesr e kuloxên mirovan lê hatiye îşkirin, ew çi kes e lê hatiye bicihkirin.”
Pîremêr dibêjin; “Ew Gulê ye, Gulendama Perî ye, her kê qesta wê kiribît, Gulendam pê bend gotiye, her kê benda wê nerakirî bît, dûmahiya wî kuloxek dîwarî ye.”
Ferx disekine û li qesrê dinêre, di paceya qesrê de Perîgulê dibîne, çavê Gulê jî li Ferxî dikeve û hingê ji Ferxî hez dike.
Gulê her çi bendî biavêje ber Ferxî, Ferx hemûyan radike.
Li vê derê ezmûnek heye, ezmûna gihiştina mirovê herî têgihiştî. Ferx ji vê ezmûnê bi ser dikeve û dibe xweyiyê eşqa dinyayê, xweyiyê qesra rêka çûn û nehatinê…
Gilgamêş jî dema digehe li cem Utnapîştim û jina wî. Ji wan giyayê nemirtiyê dixwaze, dibêje min jî divêt wekî we bêdawî bim, nemirim. Utnapîştim jê re dibêje, ji bilî me keseke din nikare vê bike, me hemû cîhan ji mirinê xilas kiriye, me kelekek çêkiriye, ji hemû zîndeweran cotek hilgirtiye, tofan rabûye û em hatine li ser vî çiyayî, xwedayên asîmanan em bi nemirtiyê xelat kirine, bê te çi kiriye?
Gilgamêş bêdeng dimîne, çi bersivên wî nînin. Cilên Gilgamêşî hemû diryayî, ser û perên wî hemû belave û qirêjû bûyî, Utnapîştim dilê xwe lê dihêle, jê re dibêje;” Heke tu heft rojan ranekevî, dibe ku giyayê nemirtiyê bidim te.”
Gilgamêş radikeve û ji ezmûnê nabore.
Gilgamêş hay ji vê tiştê tîne ku ew mirovek e, her çend bizane jî dawiyeke wî jî heye.
Gilgamêş dema bêhêvî dibe û vedigere, hingê jina Utnapîştimê dibêje; “Dibe ku te xwe negehandibe giyayê nemirtiyê lê belê ez dikarim giyayê ciwanetiyê nîşanê te bidim, tu dikarî bi wî giyayî jiyaneke têrûmr û ciwan bikî.”
Gilgamêş bi vê kêfê xwe diavêje binê behrê û giyayê ciwanetiyê tîne. Vedigere rêka xwe, ber bi bajarê xwe ve diçe. Lê belê di rêkê de marek giyayê ciwanetiyê jî dixwe, ew jî ji destê Gilgamêşî diçe, zêdetir bêhêvî vedigere bajarê xwe…
Fêmkirina zanînê
Ferx dibe xweyiyê qesra kuloxan, dibe mirovê herî zana û têgihiştî. Rojek ji rojan diçe li ser şaneşîna qesrê û li çiya û newalan dinêre. Ji nişka ve gotina Sitiyê tê bîra wî;
Ferxo, pismamo, te bêteybîro
Dûmahîk li min û tewo
Heke ketî rêkên dûr û nehatino
Ez bi te, tu bi min, min nebe ji bîro
Tê bîra wî ku gotina Sitiyê, ne ji bo wî bûye, Sitî zaniye dê bimire û dê biçe rêka çûn û nehatinê.
Hingê, qesta çûyîna bajarê Xumaroyê dike.
Gulê dibêje; “Her kengî tu ji vê qesrê derkevî, tu ev ciwanê çardeh salî, dê bibî pîremêrê heftê salî.”
Ferx guh nade van gotinan, ber bi rêka xwe dikeve û bi her pêngavekê pîr dibe.
Dema digihîje bajarê Xumaroyê dibîne ku li ser zûretan hinek kom bûne.
Diçe li ser goristanê û ji wan dipirse, gelo ev nihar ji bo kê ye?
Jê re dibêjin Sitî ye. Ferxî nas nakin, Ferx bûye pîremêrek heftê salî, li cem Sitiyê zûreta xwe dikole û bi her tevirekê meheke dî ji temenê xwe dibe, dawiyê dikeve di zûreta xwe de û dimire. Çawa rihê xwe dide Ferx dibe ciwanê çardeh salî.
Kesên derdoran tên û Ferx li wê derê dibînin, zûreta li cem Sitiyê tijî ax dikin, Ferxî jî dispêrin axê. Çîroka me li vê derê bêpeyam û êş û elem diqede.
Gilgamêş jî piştî giyayî wenda dike, tê li ser şaneşîna qesra xwe, bajarê xwe dinêre û fêm dike. Dawiya wî jî weke her kesî ye, ji nemirtiyê çêtir e ew jiyana xweş a dîtî!
Di her du destanan de jî çîrokên me bêpeyam diqedin; em digel karakteran çavdêriya jiyan û bûyeran dikin, xwe ji hêla zanyariyê ve perwerde dikin û helbet em jî weke wan hay jê tên.
Belê, ev her du çîrokên cîhanê bi mirinan nemir man û bi hezaran salan heta dema îroyîn hatine veguhestin. Her çend bi nivîsê her çend bi bîra dengbêjan, bi van awayan nemir man.
Bo nemirtiyê, ew mirin, çîrokên wan mane waran û nemirin!
(dawî)