Kovara rexne û teoriyê Zarema piştî sê salan careke din dest bi weşana xwe kir. Kovara Zaremayê li bakurê Kurdistanê dest bi weşana xwe kiribû û di biwarê rexne û teoriyê de xebat peşkeş kiribûn. Zaremayê piştî hejmara xwe ya 13’an weşana xwe ya kaxizî bi dawî kiribû û li ser malpera xwe demekê nivîs û gotar weşandibûn. Piştî sê salan kovara zaremayê di bin banê weşanxaneya Avestayê de careke din dest bi weşana xwe dike. Hejmara 14’emîn a meha gulan, hezîran, tîrmeh û tebaxê derket.
Naveroka vê hejmarê wiha ye:
Aimé Césaire: Name ji bo Maurice Thorez
Haymatlos Suad: “Kurmancên Reş” û Çavşîntirîn Kurd di Pêvajoya Self-Kolonyalizasyonê de
Fexriya Adsay: Çêkirina Sînorekî Parçekirinê û Du Nêrînên Cuda li ser Dewletbûn û Sînoran
Christopher Houston: Antî-Dîroka Ne-Gelekî: Kurd, Kolonyalîzm û Neteweperwerî di Dîroka Antropolojiyê de
Hannah Arendt: “Çi dimîne? Zimanê zikmakî dimîne” – I (hevpeyvîn)
Veysel Başçi: Kurdên Kurmanc ên Rûdbarê
Murat Başaran: Sêwregî de Eşîrê Dimiliyan (Kirmancan) û Dimilkiya (Kirmanckiya) Înan ser o Cîgêrayişêk
Serdar Şengul: Peywenda Mêtingeriyê di Hilberîn û Rexneya Edebî de: Ngugi Wa Thiong’o û Azadkirina Hiş ji Mêtingeriyê
Adem Warnas: Desthilata Ziman: Glottofobi, Linguicide û Rewşa Kurdî
Remezan Alan: Fantazmaya Romana Kurdî
Sûrên Îbraîm: Goran û Gerranewe bo Keşî Kurdî: Gerranewe bo Kurdistan
Hashem Ahmadzadeh: Ji Çiya bo Giravê, Ji Tomis bo Manusê
Îsmaîl Guven: Dramê Kênekanê Dêrsimijan û “Bohça”yê Abasiyanikî