Şêwirmendên ewlekariya neteweyî yê Israîlê û DYA’yê der barê pêşketina nukleera Îranê de û talûkeya wê ya li ser Rojhilata Navîn fikar û metirsiyên xwe di her firsendê de tînin ziman.
Di vê çarçoveyê de Qesra Spî da xuyakirin ku DYA û Israîlê li ser wê yekê lihev kirine ku komîteyeke hevbeş ya xebatê ava bikin da ku bi taybetî bala xwe bidin ser gefa balafirên bê mirov û fûzeyên balistîk yên ku ji alî Îranê ve tên çêkirin û pêşkêşî komî girêdayî xwe û alîgirên xwe yên li Rojhilata Navîn dikin.
Ev daxuyanî piştî hevdîtina di navbera heyeteke DYA û Israîlê de hate kirin ku li balyozxaneya Israîlê pêk hatibû.
Ji aliyê Israîlê ve sefîrê wê Celad Erdelan, şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Mûîr bin Şebat û alîgirê wî Raufîn Azar tevli vê civînê bûn. Ji alî Amerîkayê ve jî Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Jake Sullivan û Barbara A. Leaf gerînendeya karên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Başûr, Brett McGurk û Robert Malley tevli vê civînê bûn.
Ev civîn roja sêşemê pêk hat ku di heman demê de li Viyanayê di navbera DYA û Îranê de civîna ji bo diyaloga di navbera herdu aliyan de dest pêk kiribû.
Di civîna heyetên Israîl û DYA’yê de li ser metirsî û gefa pêşketina çekên nukleerî yên Îranê hate rawestandin û talûkeya vê yekê li ser bercewendiyên wan ên li Rojhilata Navîn. Her wiha aliyê Amerîka der barê diyaloga bi Îranê re jî agahî dan heyeta israîlî.
Li ser vê civînê Sefîrê Israîlê Celad Erdelan ji rojnameyeke Israîlê re axifî û wiha got: “Em di vê civînê de diyalogên berfireh dikin ne tenê derbarê hevdîtinên li Viyanayê, me bi zelalî fikarên xwe ji aliyê amerîkî re anîn ziman ku venegerin peymana berê ya bi Îranê re ji ber ew peymaneke ne baş bû, lê divê peymaneke baştir vê carê bi Îranê re were kirin da ku pêşiya pêşketina wê ya nukleerî were girtin. Lê tevi cudahiyên di bîr û baweriyên me de armanceke me ya hevbeş heye ew jî pêşîgirtina li talûkeya nukleera Îranê ye.”