Hêza girêdayî rejîma Suriyeyê Dîfaa El-Wetenî ku li herêmê bi çetebûnê jî tê binavkirin, 20’ê nîsanê li Qamişloyê, êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Li ser vê êrîşê, şer derket û endamek asayîşê jiyana xwe ji dest da. Piştre li navenda Qamişloyê li dijî vê hêzê operasyon hat destpêkirin. Di encama operayona li hemberî hêzên Dîfaa El-Wetenî de taxa bi navê Tey ji aliyê asayîşê ve hat kontrolkirin û welatiyên ji ber şer û pevçûnan ji malên xwe derketibûn vegeriya malên xwe.
Piştî şer endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslîm têkildarî êrîşan diyar kiribû ku ev lîstika Rûsya û Şamê ye ku bi vî awayî dixwazin li herêmê tevliheviyê çêbikin û bêewlebûnê li nav gel belav bikin. Muslîm her wiga bal kişandibû ser têkiliyên Şam û Tirkiyeyê û destnîşan kiribû ku têkiliyên wan li ser bêewlekirina herêmê ava bûne û wiha gotibû: “Her du alî jî dixwazin baweriya ji Rêveberiya Xweser têk bikin û îstiqrara herêmê xera bikin. Divê gelê me li hemberî van planan hişyar be.”
Endamên Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hekem Xelo û Hisên El-Sade û berdevkê suryan, keldan û suran Yusif Ilyas têkildarî şer û aloziya li Qamişloyê ji ANHA’yê re axivîn.
‘Şam neguheriye’
Hekem Xelo diyar kir ku aloziya li Qamişloyê bi şerê li Sûriyeyê giştî ve girêdayî ye û wiha got: “Ev alozî dide xuyakirin ku hikûmeta Şamê hişmendiya xwe neguhartiye û hîn jî hewl dide projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a ku Rêveberiya Xweser hewl dide ava bike û di nav civakê de xurtir bike, têk bibe, ji ber ku ev projeya demokratîk ne li gorî hişmendiya wê û hişmendiya hin dewletên herêmê yên wekî Tirkiyeyê ye.”
‘Dixwazin efrînyan koçber bikin’
Xelo da zanîn ku fitneyên hikûmeta Şamê bi rêya çeteyên Dîfaa El-Wetenî derdixe û ambargoya li ser kantona Şehbayê û taxa Şêxmqsûd ferz dike, planên hevbeş ên di navbera wê û Tirkiyeyê de ne. Xelo got:”Hikûmeta Şamê bi rêya ambargoyê hewl dide şêniyên herêmê û koçberên Efrînê yên ku hêvî dikin li erda xwe vegerin, koçber bike, da ku doza dagirkirina Tirkiyê ya ji Efrînê re bi dawî bike û Tirkiye jî planên xwe yên guhartina demografiyê temam bike û rê li pêşiya çareserkirina doza Efrînê bigire.” Xelo anî ziman, ew pê bawer in ku şêniyên li herêmê li dijî van komployan in.
‘Em tev xelkê vî welatî ne’
Têkildarî mijarê, Yûsif Ilyas diyar kir ku rageşiyên li Qamişlo û taxa Şêxmeqsûd jî plansazî û kiryara Erdogan e û armanca wî ew e ku fitneyan di nav gelên herêmê de derxe. Ilyas piştrast kir ku rûspiyên eşîran dê fitneyan têk bibin û civakê hişyar bikin ku fitne ne ji bo berjewendiyên gel û welat in û wiha domand: “Em tevahî kurd, ereb, suryan û asûr xelkê vî welatî û Sûriyeyê ne ku ji bo tunekirina DAIŞ`ê gelek şehîd dan.”
‘Em nahêlin şerê kurdan bikin’
Hisên Sade destnîşan jî kir ku ew nahêlin tu hêz şerê kurdan bike û wiha got: “Kurd û ereb xwîna wan yek e û gelê kurd ji destpêka şoreşê ve ji bo parastina tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi hezaran şehîd dan, herêmên me ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Me bi hev re dest bi rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Lewra divê kesên xwedî wijdan fedakariyên kurdan ji bîr nekin û li pey van fitneyan neçin, ji ber ku HSD`ê ji despêkê ve hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilat Sûriyê hembêz kir.”
QAMIŞLO