Di çîrokên serdemên dêrîn de, gelek caran bi dengekî, bi newayeke efsûnî qehreman derbasî cîhaneke efsûnî dibe. Di serî de sawek li ser e, bi gavên sist diçe û paşê wekî xwezaya li ser dimeşe nas kiribe bawerî têyê. Dide pey deng û dest bi rêwîtîyekê dike. Di wê rêwîtiyê de, pêrgî gelek tiştan tê û hêdî hêdî dar û ber û tiştên derdikevin pêşberî wan bi bîr tînin û nas dikin. Dema baş pê bawer dibe ku wan tiştên dîtiye di cîhana dîtir de nas dike, êdî bi kêf li pey wê newaya efsûnî baz dide. Wê demê deng ne tenê di guh de ye êdî… Hemû ruh radipêçe.
Romana bi navê BIHUŞTA XEZALAN a Eyşana Beravî jî bi wê newaya efsûnî mirov ber bi xwe ve dikişîne û heta dawiya romanê ew sewt nahêle tu dev jê berdî. Efsûna di romanê de bi xezalekê dest pê dike û ber bi bihuşteke nas ve diçe. Rastî û xeyal anku efsûn her mîna paradoksekê bi hev re hatiye honandin. Mîr Xalid Beg, hêz e, desthilatî ye… Di gelek cihan de aqil e, zanîn e û heta radeyekê hukmê xwezanînê ye. Pîresêr (pîra sêr) li dilovanî û tirs e. Mîrxeyal, jina ku dikeve dirûvê heyvê, rastiya û nistiya di mista Hesenê Gavan de çîrokên di nav çîrokê de ne. Metneke parçekirî bi çîrokên rastî û xeyalî bi hev ve hatine kelijandin. Bi kelijandina çîrokên di nav romanê de, xwendevên ber bi zarokatiyeke dûr ve dibe. Di navbera hebûn û tunebûnê de çûn û hatinek ‘efsûnî’ xwendevan çalak dihêle.
Roman wekî rêwîtiyeke ber bi zemanekî ne diyar ve di nav mista Hesenê Gavan de, berê mirov dide newaleke antîk û bideng û sewteke nişmî heyv û xezal dibin hevrêyên xwendevên.
Bi her newaya ku ji Bihuşta Xezalan ber bi dil û mejiyê mirov de olan dide, hesta ku evîn û şadî ji jiyana rastî dûr e li aliyê xeyalî jî hestiyên evîn û evîndaran li ser hev bûne lod. Bi vegotineke gelêrî, evînên şikestî di rûyê heyveke çardehşevî de wekî derzekê xwe dide der.
Di romanê de du ferhengên paradoksî hene. Wekî rastî û xeyalî, wekî qencî û hêrsê, evîn û îxanet, duristî û xapandin… Lê derê her du ferhengan jî di heman demê de li ber vebêjer heta dawiyê vekirî ne û bi hev re teşeyê didin BIHUŞTA XEZALAN.
Heta dawiya romanê, Eyşana Beravî rê nedaye xwendevên ku xwe ji nav wê jiyana çûn û hatin zêde ye derxe. Her ku diçe ber bi newayek, ber bi olanek dîtir ve dibe. Lê di taliyê de çîrokên di nav hev de wekî orkestrayekê bi hev re olan didin, ji mista Hesen ber şeveke rastîn û tarî ve baz didin.
Piştî em bi tîp û karakterên romanê re li ber bayê xezalekê li ba dibin, em hîn dibin ku gavanek ji mîrekî wêdetir bûye behsa qiseyê. Mîr Xalid hewl dide bikaribe serî bi Hesenîkê Gavan re derxe. Di dawiya dawî de, Hesenîk heyfa xwe ji hemû vebêj û çîrokan hiltîne.
Di encama pirtûkê de, wekî mirov di xewê de bicemide û xewneke tirsnak şiyar bibe, em pê dihesin ku hemû çîrok di pirtûka mista Hesen de hatine nivîsin… Her kes çîroka xwe vedibêje lê Hesenîk hemû çîrokan ji bihuştê diqewitîne û li wê derê, nivîskar pênûs û hizrê êdî radestî xwendevanan dike da ku ew çîrokên xwe bi xeyal û rîtmeke efsûnî bidomînin…
BIHUŞTA XEZALAN, Eyşana BERAVÎ, 127 rp, Weşanên Lîs, 2021
‘Bihuşta Xezalan’ newayeke efsûnî ye