Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê, li gelek gitîgehên bakurê Kurdistanê û Tikiyeyê 146 roj in didome, koma 30’emîn dewr girt.
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, di 18’ê kanûna 2020’an de bi pêşengiya jinan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da dest pê kir. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 125’emîn de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê ya bi heman armancê dest pê kir jî di roja 108’emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya vê çalakiyê dikin.