Ev demek e dirêj e li hemberî girtiyên siyasî zext û zordarî tên meşandin. Girtiyan bi daxwaza tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û zextên li girtîgehan bên rakirin dest bi greva birçibûnê ya bêdem û dorveger kirin. Piştî ku girtiyan dest bi grevê kirin li girtîgehan zext û binpêkirinên mafên mirovan zêdetir bûn.
Selamî Keleş ku li Girtîgeha Tîpa E ya Duzceyê girtî ye, ji malbata xwe re ragihand ji ber ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ketine greva birçîbûnê li 15 girtiyan cezayê hucreyê hatiye birîn. Keleş herî dawî ji malbata xwe re ragihandiye ku dema jimartinê gardiyan li deriyan didin û helw didin provakasyonan derbixin zexta derûnî li wan dikin.
Grev di roja 138’emîn de ye
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 28’emîn dewr girt, di roja 138’emîn de dewam dike. Çalakiya li Mexmûrê di roja 117’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 100’emîn de dewam dikin.