Di 22’ê sibatê de ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê ji alî Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ve kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanya hem bi awayê onlîne hem jî bi detnivîsî tê birêbirin.
Têkildarî xebatên kampanyaya ziman, parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier bersiv dan pirsên me. Taşçier diyar kir ku wan di demeke pir dijwar de dest bi vê xebatê kiriye ku zext, zor, qedexe û astengkarî li ser zimanê kurdî tê meşandin û wiha got: “Bi rastî jî me ev kampanya di demeke wisa de da destpêkirin ku îro em dibînin dewlet bi hemû hêza xwe êrîşî zimanê kurdî dike. Daxwaza fermiyeta ziman nas nake, perwerdeya zimanê kurdî qebûl nake. Yanî mirov dikare bibêje ku îro dewlet çawa nêzîkî kurdan dibe, dîsa bi heman rengî nêzîkî zimanê kurdî jî dibe.”
‘Motîvasyon û kelecan hêzê dide me’
Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier destnîşan kir ku ligel gelek kêmasiyan xebatên kampanyayê bi awayekî çalak didomin û wiha pê de çû: “Hem Platforma Zimanê Kurdî hem Tora Ziman û Çanda Kurdî û hem jî partiya me bi hemû hêz û derfetên xwe hewl didin ku kampanyayê bigihînin qonaxa serfiraziyê. Ji bilî wê, li Ewropa û temamî dîasporayê jî ji bo ku kampanya bi ser bikeve, xebatên xwe dimeşînin. Em ji xebat, hewldan û kampanyayê bi hêvî ne. Motîvasyon û kelecana ku îro didome, hêzê dide me jî. Di vê pêvajoyê de em hem kêmasiyên xwe dibînin hem jî potansiyela xwe. Ji ber ku wisa xuya ye, di demên pêş de em ê zêdetir mijara ziman, xwedîderketina li ziman bikin rojeva xwe. Çimkî êrîş gelek zêde ne û em jî ji ber êrîşên li ser kurdî, xwe berpirsyar dibînin ku rê li ber vê yekê bigirin.”
Hejemara îmzeyên hatine komkirin
Taşçier ragihand ku hejmara ku wan weke hedefekê daniye pêşiya xwe hîn nehatiye komkirin û ev tişt anî ziman: “Di vir de gelek faktor hene, lê helbet ev rastiyên din nîşanî me dide ku em zêdetir bixebitin û bigihîjin armanca xwe. Heta niha bi awayekî online me 20 hezar îmze kom kirine, lê bi destî ango bi awayekî matbû hejmara îmzeyên ku me kom kirine hîn ne diyar e. Ji ber ku em hem di çalakiyên xwe de û hem di kongre, meş û konferansên xwe de jî îmzeyan kom dikin. Lê me hîn muhasebeyeke giştî der barê encama wan de dernexistiye. Çimkî ev kampanya dê hîn bidome û di pêşerojê de kampanyayên me yên medyaya civakî û hevdîtin dê ji bo bihêzkirina wê bên kirin. Loma em niha nikarin hejmara giştî ya îmzeyên online û destî bidin.”
Armanc bi milyonan îmze ne
Di axaftina xwe de Taşçier diyar kir ku wan hejmareke mezin wek hedef danîne pêşiya xwe û wiha nirxand: “Em tenê ne ji kurdan ji kesên ne kurd in jî daxwaza alîkariyê dikin, bo bihêzkirina kampanyayê. Armanca me bi sedhezaran heta bi milyonan îmzeyan e. Ji bo ku em bigihîjin vê armancê, niha gelek têkiliyên me bi nivîskar, rewşenbîr, sazî, dezgeh, hunermend, partiyên siyasî re hene. Em dixwazin vê hewldana ji bo kurdî, bi hemû pêkhateyên civakî re bi pêş bixin û bi encama vê kampanyayê zextê li hikûmetê bikin ku zimanê kurdî nas bike û perwerdeya bi zimanê kurdî misoger bibe.”
Rê û rêbazên xebatê
Taşçier herî dawî bal kişand ser girîngiya mijara zimanê kurdî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Meseleya kurdî ne tenê meseleyeke zimanî yan çandî ye. Em baş dizanin ku îro pêdiviya kurdan, siyaseta kurdan, sazî û dezgehên kurdan bi amadekirina plansaziyeke zimanî heye ku bikaribin zimanê kurdî ji aşê hêrandin û bişaftinê biparêze. Ji bo vê yekê jî xebatên piralî û berfireh ji me re pêwîst in. Ev kampanya jî tenê aliyek û parçeyek vê plansaziyê ye. Em xebatên ji bo zimanê kurdî tenê bi vê kampanyayê ve sînordar nakin. Ji bo ku em wek partiyên kurdan, sazî û dezgeh, tor û platform bikaribin di vê sedsalê de statuyekê ji kurdî re bi dest bixin, xebatên me dê bi bawerî bidomin. Ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê, ji saziyên kurdan heta dezgehên navneteweyî em ê her rê û rêbazî ji bo zimanê kurdî bi kar bînin.”