Serokê Forûma Almanî-Kurdî ya bi navê Deutsch Kurdisches Forum (DKF) ya li Almanyayê Yûnis Behram, ji bo bipêşxistina diyalogên Almanî-Kurdî 3’yê nîsanê serdana rojavayê Kurdistanê kir.
Behram têkildarî hûrgiliyên serdana wan a ji bo rojavayê Kurdistanê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.
‘Armanc xurtkirina diyalog û dîplomasiyê ye’
Serokê DKF’ê Yûnis Behram diyar kir ku armanca wan a serdanê bipêşxistina têkiliyan û avakirina hevpeymanên bi Rêveberiya Xweser re ye û her wiha çareserkirina nakokiyên di navbera gelê kurd û hikûmeta Almaniyayê de ye (nexasim kurdên li Almaniyayê dijîn) û wiha axivî: “Armanca me xurtkirina siyaset û dîplomasiya di navbera kurdan û Almanyayê de ye, da ku em siyaseta kurdan bi hikûmeta Almanyayê bidin qebûlkirin.”
Yûnis Behram aşkera kir ku ew dixwazin gelê kurd (partiyên kurd) ji lîsteya terorê bê derxistin û wiha got: “Gelê kurd bi biryara dewleta tirk ket lîsteya terorê. Wekî tê zanîn dewletên endamên NATO’yê ne, ji xwe re maf dibînin ku ew dikarin her aliyekî têxin lîsteya terorê.”
‘Dewleta tirk kurdan qebûl nake’
Behram da zanîn ku pirsgirêka dewleta tirk ne tenê bi tevgereke kurdî re, her wiha bi tevahiya kurdan re ye û wiha got: “Dewleta tirk hikûmeta başûrê Kurdistanê jî wekî terorê dibîne. Ev yek jî di dema ragihandina referendumê derket holê, ango pirsgirêk zihniyeta dewleta tirk e ku kurdan qebûl nake.”
Têkiliyên bi Ewropayê re
Yûnis Behram diyar kir ku ew dixwazin bi rêya Forûma Almanî-Kurdî rastiya kurdan aşkera nîşan bidin û wiha domand: “Bi taybetî piştî ku dostaniya dewleta tirk bi Ewropayê re lawaz bû û daxwaza Erdogan a vejandina împratoriya Osmanî bi ser neket, dewleta tirk jî lawaz bû. Ji ber vê jî me pêwîstî pê dît ku em têkiliyên xurt bi Ewropayê re deynin.”
Behram da zanîn ku bi serdanê ew dixwazin hevpeymanekê bi Rêveberiya Xweser re deynin da ku têkiliyan bixin xizmeta bipêşxistina siyaset û peywendiyên dîplomatîk bi Rêveberiya Xweser re.
Zanîngeha Rojava
Serokê Forûma Almanî-Kurdî Yûnis Behram herî dawî diyar kir ku yek ji sedemên hatina wan, mijara bipêşxistina Zanîngeha Rojava ye ku ev demek e li ser kar dikin û wiha domand: “Me hejmarek ji profesorên zanîngehên almanî amade kirine ku bikaribin bi awayê online û bi dildarî dersan bidin xwendevanên Zanîngeha Rojava. “