Jinên kurd ku di têkoşîna azadiya gelê kurd de her di dîrokê de rola xwe lîstine û gelek caran pêşengî kirine. Her wiha ji bo yekitiya neteweyî ya kurd jî gelek bedêl dane û peywira xwe anîne cih
Li her çar parçeyên Kurdistanê pêvajoyeke hestiyar heye. Pirsgirêkên kurdan ên siyasî û civakî, polîtîkayên dewletan ên li ser înkar û redkirina nasnameya kurdan, pirsgirekên ku jinên kurd dijîn di demên dawiyê de bêhtir xwe didin der. Ev polîtîkayên taybet ên di esasê xwe de li ser jinên kurd in bêhtir bandora xwe dikin.
Jinên kurd li dijî şerê naxweyî û ji bo aştî û yekitiya neteweyî ya kurd biafirînin, bi salan e wek kes, rêxistin, platform û kom di nav xebatan de ne. Her wiha bi piralîbûna xwe, perspektîfên xwe yên rojene û dîrokî, rêbazên cuda yên têkoşînê û bi tecrûbeyên xwe yên bi salan, li hev dicivin û hêza xwe dikin yek.
Ji bo yekitiyê 2 konferans
Cara yekem di sala 2010’an de li Amedê Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd hat lidarxistin û ev ji bo kurdan mînakek girîng bû û jinan pêşengiya xwe aşkera kir. Ji her çar parçeyên Kurdistanê jin tev li konferansê bûn, nêrînên xwe anîn ziman û li ser hewcedariya yekitiyê rawestiyan. Piştre jî konferansa 2’yemîn di sala 2012’an de li Hewlêrê pêk hat. Biryardariya jinên kurd ji bo yekitiya gelê kurd didome, ji ber vê jî niha hewl didin ku 3’yemîn konferansa jinên kurd li dar bixin.
Bila tifaqa herêmî pêk bê
Kesên xwedî nerînên cuda û xwedî ferasetên siyasetên cuda li hev dicivin û armanc dikin ku di navbera kurdan de aştî û diyalog bi pêk were. Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Mirovahî û Azadiyê Menîce Rumeysa Gulmez jî li ser girîngiya yekitiyê rawestiya û got: “Hemû pirsgirêkên kurd dijîn, ji ber tunebûna tifaqê ne. Kurd li Rojhilata Navîn cuda tên dîtin û di pêvajoyeke ku kurd neçar dimînin li hember çar delatan têbikoşin de, divê teqez ligel hev bin. Kurd nikarin ji hev cuda bibin. Nebûna tifaqê tê wateya parçebûnê. Ji ber vê wê tifaqeq zehmet be. Divê em ewil di nav xwe de yekitiya herêmî ava bikin. Piştî tifaqa herêmî pêk hat wê gel biryara xwe bide. Di meşandina tifaqa kurdan de keda jinan gelek mezin e. Li her qadê bi qasî mêran, jin jî di vê têkoşînê de xwedî ked in.”
Konferansê asteng dikin
Endama Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadiyê Ronak Mecîd jî di axftina xwe de bal kişand ser konferansa 3’yemîn a jinan û wiha got: “Lidarxistina konferansa neteweyî ya jinên kurd ji bo gelê kurd gelek girîng e. Ez bi hêvî me ku lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd dê bibe wesîleya lidarxistina kongreya neteweyî ya gelê kurd. Paşdexistina 3’yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd, ji ber hinek sedeman e. Hinek partiyên Başûr ji ber tirsa dewletên derve û berjewendiyên xwe yên şexsî naxwazin konferansek wiha bê lidarxistin. Ji bo ev konferans pêk were divê hemû jinên endamên hemû partiyan hewl bidin.”
Konferans nîşaneya yekbûnê ye
Endama Parlamentoya Kurdistanê Rojanî Şehîd Heme Reş jî wiha got: “Ji ber astengiyên hinek aliyên siyasî dema lidarxistina 3’yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd tê dirêjkirin. Lidarxistina vê konferansê di heman demê de nîşaneya yekbûnê ye. Ji bo em di nav xwe de pirsgirêkên xwe çareser bikin û yekitiyekê ava bikin ev konferans cihekî wê yê girîng heye. Divê demildest bê lidarxistin.”
Encamnameya platformê aşkera bû
Di 22’yê kanûna sala 2017’an de jinên kurd ên li Tirkiyeyê li hev civiyan û Plaftoma Yekitiya Jinên Kurd ava kirin. Hefteya borî jî jin bi minasebeta salvegera damezrandina platformê civiyan. Platform encamnameya hevdîtina xwe aşkera kir. Xalên encamnameyê wiha hatin diyarkirin:
– Heta kurd nebin yek di serî de jinên kurd, li çar aliyên Kurdistanê ji qirkirin û polîtîkayên metingeriyê xilas nabin.
– Çarenûsa azadiya me li hemû parçeyên Kurdistanê yekitî û azadiya kurdan e. Em dixwazin bi baweriya xwe ya têkoşer û pirsyarker bang li siyasertmedarên kurd û gelê kurd bikin.
– Ji hemû aliyan em jinan di yekitiya kurdan de wek hêzeke mezin qebûl dikin. Dîsa em îdeolojiyên fermî yên ku jinan tune dihesibînin, serdestiya meran a feodal û milîtarîst qebûl nakin.
– Em li hemberî ‘parçekirina’ li me hatiye ferzkirin derdikevin. Ji bo azadiya kurdan nêrîna jinan, daxwaza yekitiyê em derdixin pêş.
– Em ê hewldana diyaloga ji bo yekitiyê zêdetir bikin û careke din bi israr bang dikin; yan em ê bibin yek an jî em ê yek bi yek tune bibin.
– Em ê hewl bidin ku daxwaza Eyşe Şan a veşartina xwe ya li Amedê binîn cih.
– Em li hemû jinên kurd bang dikin û dibêjin ‘Ey kurdino, ger ku em nebin yek, em ê biçin yek bi yek’.