12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mezopotamya Arşîv bîra civakê zindî dike

Bi pêşketina cîhana dijîtal êdî jiyan li ser platformên medyaya civakî didome, ji xwarin, vexwarin, gerin, lêgerin, siyaset, aborî, niqaş, perwerde û hwd bi kurtasî jiyan tev êdî li ser platformên dijîtal tê jiyîn.

Bîr û baweriya hemû civakên li ser rûyê cîhanê êdî di medyaya civakî de ye. Ev yek jî rê li ber lêkolîn û rê û rêbazên ku mirov çanda gelan, ziman, bîr û baweriya gelan çawa zîndî bihêle, vedike. Malpera Mezopotamya Arşîv (Mezopotamiya Archive) jî  li ser vê bÎr û baweriyê wek malpereke dijîtal a arşîvê tê avakirin.

Malpera Mezopotamya Arşîvê bi boneya daneheva dîmen, wêne û videoyên bi salane ku ji aliyê gel hatine kêşan ve wan dide hev. Ev malpera ku li ser platformên dijîtal dest bi weşana xwe kirî dîmen û wêneyên ku li ser erdnigariya Mezopotamyayê hatî kêşan tên parvekirin.

Bi kurdî û îngîlîzî

Malpera ku bi kurdî û ingilîzî parvekirinên xwe dike têkildarî mijarê xebatkarên Mezoptamya Arşîvê wiha dibêje: “Her miletek bi rabirdûya xwe heye. Em wek Mesopotamia Archive li dû wê rabirdûyê ne ku her dem hatiye veşartin û jibîrkirin. Em bi gotina ‘Tiştê tê jibîrkirin, tê dubarekirin’ esas digirin û armanca me ew e ku êdî arşîva Mezopotamyayê ya bi rêk û pêk hatiye tomarkirin hebe. Em dê li ser malpera xwe û hesabên medyaya civakî yên wekî YouTube, Twitter, Facebook, Instagram û Pinterestê dîmen û wêneyên ji arşîva kûr a Mezopotamyayê parve bikin. “

Her kes dikare dîmen û wêneyan bişîne

Malper ji bo daneheva berhem, dîmen û wêneyên di destê gel de heyî bangê dike û vê tiştê dibêje: “Em ji raya giştî dixwazin ku dîmen û wêneyên ku wek arşîv li cem xwe tomar kirine bi me ra parve bikin. Mesopotamia Archive dê dîmen û wêneyan bi awayekî profesyonel biparêze û bi rêk û pêk li ser navê wan kesên şandî parve bike.”