Girseya gel serê sibehê li Torontoyê li hev kom bû û bi reng û alên Kurdistanî meşiyan. Kurdistanî li bajarên Montreal, Vancouver, Calgary û Ottawayê jî daketin qadan. Di meşan de ku bi tilîlî, dirûşm û sirûdan hatin lidarxistin, dirûşmên ‘Rojava bi tenê nîne’, ‘Şêxmeqsûd berxwedan e’, ‘Çar parçeyên Kurdistanê yek e’ deng vedan.
Ji gelên cuda yên Kanadayê jî gelek kesî piştgirî dan çalakiyan. Kurdistaniyan gelên piştevan silav kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna hevpar a gelan wê zilmê bisekinîne.
Li Toronto û Montrealê di daxuyaniyên hevpar de hate ragihandin ku êrişên çeteyên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê û dewleta Tirk ên li ser sivîlên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcê şer e û di daxuyaniyan de ev peyam derketin pêş:
“Bêdengiya durû ya hêzên navneteweyî hêzê dide êrişkaran.”
“Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd wê ji aliyê ti hêzê ve nikaribe bê rawestandin.”
“Şoreşa Rojava destketiya hevpar a gelan hemûyan e.”
Nûnerên ji çar parçeyên Kurdistanê di çalakiyan de daxuyaniyeke hevpar dan û bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya yekîtiya gelê kurd.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Weke zarokên çar parçeyên Kurdistanê peyameke zelal e: kurd yek e û xwişk û bira ne. Sînor nikarin me ji hev cuda bike, têkoşîna me yek e.”
Girseya gel bi dirûşmên ‘Bijî yekîtiya gelen’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ piştgirî da daxuyaniyê.
Çalakiyên şermezarkirinê ku li 5 bajarên mezin ên Kanadayê di heman demê de pêk hatin, bi sirûd û stranan bi dawî bû.
