22 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdistanî ji bo Rojava li ser piyan e

Gelê kurd ji bo piştgirya rojavayê Kurdistanê li Almana û Holanda daketin qadan û daxuyandin dê deskteftiyan biparêzin.

Li hemberî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Bi hezaran kurd û dostên wan êriş şermezar kirin û banga xwedî derketina Rojava kirin.

Hannover

Li bajarê Hannoverê yê Almanyayê di pêşengiya KOM-MEDê de çalakî pêk hat. Di çalakiya êriş hatin şermezarkirin de Hevserokên KOM-MEDê Kerem Gok û Hakimê Yusuf axivîn. Di axaftinan de  banga bilindkirina têkoşînê û parastina Rojava hate kirin. Piştî daxuyaniyê di bi boneya êrişan komek endamên DAIŞ û HTŞê de pevçûn derket. Du ciwanên kurd ji hêla polîsan ve bi boneya tev li pevçûnê bûne hatin binçavkirin.

Stûttgart

Li bajarê Stuttagtê yê Almanyayê jî Kurdistanî û dostên wan bi heman armancê miting li dar xistin. Di mitîngê de sloganên, ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Bijî berxwedana gelê kurd’ hatin berzkirin. Di axaftinên hatin kirin de êrişên HTŞ û Tirkiyê hatin şermezarkirin. Axaftvanan bang li gel kir ku tev li seferberiya neteweyî bibin û destkeftiyan biparêzin.

Rotterdam

Li bajarê Rotterdamê yê Hollandayê jî bi hezaran kes li ber istasyona trenê ya navendî hatin cem hev. Di çalakiya ku ligel sazî û dezgehên Kurdistanî gelek dostên Kurdan jî tevlê bûn de sloganên, ‘Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e’, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî berxwedana Rojhilat’, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Terorist Golanî’ û ‘Terorist Hamaney’ hatin berzkirin. Di çalakiyê de axafvanan banga yekîtîya Kurdan kir û xwestin ku herkes piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bike.