Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP), têkildarî serdana Colanî ku di 19-20ê Rêbendana 2026an de wekî mêvanê fermî yê hikûmeta Elmanyayê li Berlînê pêk bîne, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev serdan ji bo Colaniyê ku xwe wekî serokkomar îlan kiriye û ji bo hikûmeta wî ya nezagonî, tê wateya “hewldana efûkirinê”.
EFFPê bal kişand ser wê yekê ku Colanî ne rayedarekî hikûmetê yê rewa ye ku gelên Sûriyeyê temsîl bike. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di raporên gelek saziyên fermî û serbixwe yên navneteweyî de hatiye tespîtkirin ku Colanî, ji sala 2011an û vir ve ji binpêkirinên mafên mirovan, qirkirin û sûcên şer ên li Sûriyeyê hatine kirin, di pileya yekem de berpirsiyar e.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku plana hikûmeta Şamê û artêşa wê ya ku ji 8ê Kanûna 2024an ve di destê HTŞ û komên cîhadî yên hevkarên wê de ye, bi vî rengî derketiye holê:
Di Adara 2025an de li Tartûsê li dijî Elewiyan,
Di Tîrmeha 2025an de li Siweydayê li dijî Durziyan,
Ji Çileya 2026an ve jî li qada Helebê û rojavayê Firatê li dijî Kurdan êrîş û komkujî hatine kirin.
EFFPê hişyarî da ku vexwendina Elmanyayê xizmetê ji avakirina rejîmeke sekuler, demokratîk û parastina mafên kêmneteweyan re nake; berovajî vê yekê, dê bibe sedema şerê navxweyî yê nû, kaos û bêîstîkrariyê li Sûriyeyê.
Forumê bang li hemû kes û saziyên fermî û taybet kir ku daxwaz bikin Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz vexwendina fermî ya 19-20ê Rêbendanê ya ji bo Colanî demildest betal bike. Her wiha hate xwestin ku Serdozgeriya Federal a Elmanyayê serlêdanên sûc ên der barê Colanî de bixe meriyetê û hemû alîkariyên darayî yên rasterast û nerasterast ên ji bo dewleta Sûriyeyê ya di bin lîderiya Colanî de bên rawestandin.
EFFPê daxwaz kir ku fonên Ewropayê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, parastina nifûsa sivîl û kêmneteweyan û ji bo hêzên demokratîk ên herêmî (bi taybetî HSD) bên veqetandin ku ji bo avakirina rejîmeke sekuler, azadîxwaza jinê û demokratîk dixebitin. Di dawiya daxuyaniyê de hate xwestin ku dawî li her cure hevkarî û hewildanên naskirina siyasî ya bi rejîma şerîatparêz û hevkarên wê re bê anîn.
