22 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kolnê ji hunermendên kurd banga lezgînî ya ji bo seferberiya Rojava

Li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi pêşengiya TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn mitîngek hat lidarxistin. Hunermendên kurd êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û banga lezgînî li raya giştî ya navneteweyî kirin.

Îro li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn ji bo Rojavayê Kurdistanê mîtîngek li dar xist. Bi dehan stranbêj û muzîkjenên navdar beşdarî mîtîngê bûn, hestên xwe parve kirin û piştgiriya xwe nîşan dan.

Hozan Comerd, Şehrîbana kurdî, Xelîl Xemgîn, Sosin, Şemdîn, Bermal Çem, Hekîm Sefkan û bi dehan hunermend beşdarî mîtîngê bûn.

Li ser navê TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn’ê, stranbêj Bermal Çem daxuyaniya nivîskî xwend. Daxuyaniya TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn wiha ye:

Careke din dewletên serdest dixwazin gelê me yê li ser axa xwe, bikin qurbana berjewendiyên xwe. Hemû mafên mirovahiyê binpê dikin. Guh nadin kuştin, talan û hovîtiya ku li ser gelê me tê kirin. Berovajî vê, rê li ber komkujî û koçberiyan vedikin.

Gelê me yê ku bi hezaran cangorî li dijî hovîtî û terora cîhadîstan û çeteyên dewleta Tirk dane; dewletên serdest ji bo lihevkirinên xwe yên bêpîvan û dagirkirinê, dixwazin vî gelî careke din bikin qurban.

Lê di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de ruhê yekbûnê di bin fermandariya fermandarên mezin Ziyad Heleb, Deniz û Leyla de derket û xwe diyar kir ku kurd êdî rê nadin lîstikên perçebûnê. Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, bi yek ruhî, yek helwestê li hemberî hovîtiyê disekinin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li hunermend û rewşenbîran hate kirin û wiha hate gotin: “Bi vê helwesta neteweyî û şanaz li hemberî talan û qirkirina HTŞ û Tirkiyeyê derkevin. Ji bo azadiya Rojava û Rojhilat dengê xwe bilind bikin.

Tevî lihevkirinan, HTŞ û çeteyên Tirk êrîşan ranawestînin û parêzvanên kurd dikujin. Li vir em bang li hêzên ku navbeynkariya lihevkirinê dikin jî dikin ku rê li ber vê çavsorî û helwesta êrîşkar bê girtin.

Divê Hikûmeta Veguhêz a Colanî û piştgirê wî rejîma AKPê bizanibin ku bi tu awayî ew nikarin gelê kurd, gelên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji hev qut bikin. Ew hêz, ya wan gelan e û nûnertiya wan dike.

Her wisa, bêrêziyek jî daxuyaniya Colanî ye. Bi daxuyaniyan tu caran maf nehatine dayîn. Maf tenê di destûreke ku hemû alî li ser li hev bikin de pêk tê.

Ziman û çanda Gelê Kurd ne emanetek li gel Colanî ye ku kengî û çawa bixwaze bide. Ev gel bi vî zimanî û vê çandê li ser vê axê hatiye cîhanê û ev mafê wî yê xwezayî ye.

Li dawiyê em bang li Hikûmeta Federal a Elmanyayê jî dikin: Hevkariya bi kujerekî ji Al-Qaîdeyê re, tê wateya erêkirina komkujî û binpêkirina mafên mirovahiyê. Tê wateya hevkariya kuştina gelê Dûrzî, Elewî û Kurd.

Em pêşwaziya terorîstekî li ser xalîçeya sor, wek şermeke mezin a hikûmeta federal û heqareteke mezin ji bo gelê Elman û gelên Elmanyayê dibînin. Berî her tiştî ev nakokiyeke mezin e bi destûr û prensîbên Komara Federal a Elmanyayê re. Divê Hikûmeta Elman bizanibe ku ev nêzîkatî ne derman in. Ev nêzîkatî birînên pêkhateyên li Sûriyeyê: Xiristiyan, Elewî, Dûrzî û Kurdan bêhtir zêde dike.

Em weke hunermendên Kurd li Ewropayê, ji gelê xwe yê li Rojava re dibêjin: Em ê li vir bibin dengê daxwaza we, dengê serhildan û berxwedana we.

Her wiha gelê me yê li Rojhilat: Em ê dengê dirûşmeya Şoreşa JIN JIYAN AZADÎ bilind bikin. Erka me ye ku ew dengê ku bi salan e hatiye fetisandin, bigihînin her deverê. Em bi biryar in… Em ê rê nedin ku çarenûsa me bikeve destên çete û terorîstan.

Hunermend Şehrîbana Kurdî jî di çalakiyê de axivî. Şehrîbana Kurdî di axaftina xwe de ev peyam da:

“Ez jineke misilman û oldar im. Bûyerên ku îro li Rojava bi navê Îslamê tê kirin ne Îslam e. Gelê me dikujin. Zarokên me dikujin! Kal û pîrên me, jinên me dikujin! Ev ne baweriye. Ev dijminatiya gelê me ye.

Rojavayê Kurdistanê bedelên giran da û gihîşt rewşa xwe ya îro. Rojava bo cîhanê cihekî mînak e. Rêzê li hemû gel û baweriyan digire. Ez li piştgiriya xwe nîşan didim û dibêjim: “Ez bi gelê me yê Rojavayê re me. Êşa wan êşa min e.”

Hunermend Şehrîbana Kurdî bal kişand ser xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê, piştgiriya xwe anî ziman û dirûşmeya ‘Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e’ qîriya. Şehrîbana Kurdî piştî axaftina xwe stranek li ser yekîtiya neteweyî got. Çalakî bi dirûşmeyên, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e’ hatin berzkirin.