22 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Ji banliyoya Parîsê piştevaniya ji bo Rojava

Piştî banga KCK’ê ya parastin û xwedîderketina Şoreşa Rojava, Kurdistaniyên li Ewropayê seferberiya çalakiyê dan destpêkirin.

Yek ji navendên çalakiyê banliyoya Villiers-le-Bel bû. Girseyê di saet 14:00’an de li pêşiya stasyona trenê li hev civiyan. Di çalakiyê de dirûşmeyên piştevaniyê ya bi Rojava re hate berzkirin. Girseyê mafê xwe yê bêîteatiya sivîl bikaranîn û xaçerêyên stratejîk li trafîkê girtin. Kesên li derdor jî piştgirî dan meşê. Meş heta Navenda Civaka Demokratîk a Villiers-le-Bel dewam kir.

Di dawiya meşê de Endamê Dîwanê yê KCDKyê Murat Ceylan mafê axaftinê girt û bal kişand ser çarçove û armanca êrîşan.

Ceylan destnîşan kir ku ev pêngava li dijî Rojava ne tenê bi armanca bidestxsitina xak, konsepta tasfiyeyê ku rasterast hebûna gelê Kurd hedef digre ye.

Ceylan bi berdewamî wiha got, “Ji îro û pêve ji bo me şev û roj nîne. Gelê Kurd divê xwe bi rihê şervanên bi rûmet bipêçe û her kêliyê li ber xwe bide. Parastina Rojava, parastina rûmeta me ye.”

Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Villiers-le-Bel Îsmaîl Kanîreş bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin kir ku hişyar bin. Kanîreş diyar kir ku divê heta ku êrîş rawestin û Rojava bi ewle ibe, divê her dem ji bo daketina kolanan amade bin û bilêv kir ku hêza rêxistinkirî ya gel wê van êrîşan bişkîne.

Çalakî bi dirûşmeyên  “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.