Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê, dê li dijî hişmendiya HTŞ, Colanî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Platformê bi belavokekê banga tevlêbûna daxuyaniya sibê kir. Platformê di belavokê de diyar kir ku Rojava ne bi tenê ye û xwest hemû gelê Êlihê li dijî hişmendiya HTŞ, Colanî saet di 14.an de li Kolana Gulistanê beşdarî daxuyaniyê bibin.
