HTŞ û komên girêdayî HTŞê li dijî gundewarê Reqayê dest bi êrîşan kirine. Yekîneyên HSD û YPJê jî bersivê didin komên çeteyan û gel ji êrîşan diparêze. Nûçegihanê ANHAyê ji herêmê da zanîn ku pevçûnên di navbera HSD-YPJê û çeteyên hikumeta demkî de li gundewarê bajarê Reqayê dewam dikin. Şer nêzî 20 kîlometreyan ji bajêr ve dûr in. HSDê û YPJê hewldanên şaneyên DAIŞˊê yên li nava bajêr têk birin, niha jî operasyonên paqijkirina Reqayê û serdegirtina şaneyan didomin.
