22 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Çete avahiyên Tişrînê, bajarok û stasyonên deftê yên Dêrazorê topbaran dikin

Komên çete yên girêdayî HTŞ û dewleta tirk, bi topên obusan êrişî avahiyên rûniştvanên Tişrînê dikin. Herwiha ev çete êriş birin ser gelek bajarok û stasyonên neftê yên li Dêrazorê.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, komên çete di van kêliyan de bi obusan êrişî avahiyên Tişrînê dikin. Avahiyên ku tên hedefgirtin, aydî rûniştvanên bajarokê ne.

Herwiha li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî û şaneyên DAIŞê, ji duh ve ji rojhilat û heta bakûrê Dêrazorê êrişên xwe didomînin.

Hat ragihandin ku komên çeteyan êrişî bajarokên Baxoz, Şeefa, Sûsê, Hejîn, Ebû Hemam, Garanîc, Dîban, Dermec, Şamiyê, Meamil, Teyanê û Şenan, stasyonên neftê û xazê yên Konîkor, Umer û Tene yên li rojhilatê Dêrazorê kirin.

Şervanên HSD/YPJê jî bersiva êrişan didin û pevçûn berdewam dikin. Li Baxozê pevçûnên dijwar hene.

ÇAVKANÎ:ANHA