Polîsan di 14ê Çile de li taxa Nûrê ya Cizîrê Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Oruç bi lêdanê binçav kirin. Rojnameger Oruç ku 3 rojan di bin çavan de hat hiştin, li midûriyeta polîsan îfade da. Polîsan bi daxwaza girtinê ew şanin Edliyeya Şirnexê. Destûr nehat dayîn malbata Oruç û rojnameger wî li edliyeyê bibînin.
Rojnameger Oruç îfadeya ku dabû polîsan li dozgeriyê dubare kir û diyar kir ku ew ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye binçavkirin. Parêzerê Oruç bertek nîşanî “terorîzekirina” xebaya pîşeyî ya muwekîlê xwe da. Dozger piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê Oruç şand Dadgeha Cezayê Sulhê. Rojnameger Oruç piştî îfade li dadgehê da, Şandeya dadgehê bi tawanbariya “Propagandaya rêxistinê” Nedîm Oruç girtin şandin Girtîgeha Şirnexê.
