Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, li ser hesabê xwe yê X’ê diyar kir ku HTŞ û komên pê ve girêdayî peymanê li Meskenê binpê kirine.
Îlham Ehmed got: “Duh Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) qebûl kirin ku hêzên xwe ji aliyê rojavayê Firatê, tevî bajarokên Dêr Hafir û Meskenê, vekişînin. Lêbelê, hêzên girêdayî rêveberiya Şamê bi eşkereyî ev peyman binpê kirine. Li Meskenê di navbera aliyan de pevçûnên tund diqewimin. Em rejîma Şamê ji ber vê binpêkirinê û ji ber teşwîqkirina tundûtûjiyê li dijî HSDê bi tevahî berpirsiyar dibînin.”
