Li Avahiya Pêvek a Xizmetê ya Wezaretê Karên Navxwe ya li navçeya Çankayayê ya Enqereyê ku restore lê tê kirin, şewat derket. Konteynira karkerên lê dixebitin şewitî û hat zanîn ku kesek jiyana xwe ji dest nedayê û birîndar nebûye. Sedema şewatê nehat zanîn lê guman hene ku ji ber sîgortaya ceyranê derketiye. Tîmên agirkujiyê û AFADê sewqî cihê şewatê hatin kirin û şewat hat vemirandin.
