Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî duh li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li ser bingeha bangên welatên dost û navbeynkaran, bi armanca nîşandana niyeta me ya baş ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê û pabendbûna me ji bo bicihanîna şertên Peymana 10ê Adarê, me biryar da ku hêzên xwe sibe, saet 07:00an sibehê ji herêmên niha yên bi ser rojhilatê Helebê ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve vekişînin. Ev herêm 2 roj in di bin êrişan de ne.”
HSDê di çarçoveya pêkanîna biryarê de, ji herêma şer a rojhilatê Helebê vekişiya û li herêma rojhilatê Firatê bi cih bû.
Nûçegihanên ANHAyê ragihandin ku ji saetên vê sibehê ve tevgera HSDê ya ji bo bicihanîna biryarê dest pê kir.
