Li gorî Rojnameya Walla Street Juornalê, Cîgirê Serokê Amerîkayê James David Vance bi Serokê HTŞê Ahmet Şara re bi rêya telefonê axivî. Rayedarek Amerîkayê derbarê axaftina Vance de agahî da rojnameyê. Rayedar diyar dike ku heke çeteyên Şara van êrişan hê zêdetir bikin dê Amerîka careke din cezayê Yasaya Caesar bide ser Sûriyê.
Rayedareke payebilind ê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê diyar kir ku hêzên çete yên Şamê bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişê hêzên Kurd dikin. Rayedarê amerîkî eşkere kir ku ev êriş hê bêtir pêş bikevin dê di nava hevkarên wan (HSD) şerê DAIŞê dikin de nakokî zêde bibe. Rayedarê Amerîkayê da zanîn ku dê encameke wisa hê bêtir Sûriyeyê bê îstîkrar bike.
Rayedar dibêje ku ev êriş zêdetir bibin Amerîka dê li dijî hikûmeta Şamê, Yasayên Caesar careke din bixe dewrê.
Rojname radigiîne ku çavkaniyeke pêbawar diyar kiriye ku Cîgirê Serokê Amerîkayê James David Vance bi Şara re ji bo ku nakokiya di navbera xwe û Kurdan de çareser bike hişyar kiriye.
Çeteyên HTŞê bi piştgiriya Tirkiyeyê piştî êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê berê êrişan dan Dêr Hafirê ku hêzên kurd li vir bûn û parastinê dikirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî duh bi şev diyar kir ku li ser daxwaza mutefîkên wan ên navneteweyî û di çorçoveya niyeta wan a erênî de ew hêzên xwe ji herêma şer didome vedikişînin Rojhilatê Firatê.
