Cîgirê Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tayip Temel, beşdarî bernameya “Dema Axaftinê ye” ya Îlke TV bû û geşedanên dawî nirxand. Tayip Temel diyar kir ku piştî şertên hewayê baş bibe, dê şandeya DEM Partiyê biçe Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ziyaret bike. Teyip Temel anî ziman ku ew li bendê ne ku 3 endamên şandeyê biçin ziyareta Îmraliyê û wiha got: “Niha şertên hewayê hinek zahmet e. Lê piştî şertê hewayê hinek baş bû, dê ziyaret pêk bê.”
Şande herî dawî di 2ê kanûnê de çûbû Îmraliyê
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê herî dawî di 2ê kanûna 2025an de ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, çûbû Girava Îmraliyê. Di nava heyetê de Parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol cih girtibûn.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê beriya 2ê kanûnê di 3yê Mijdarê de li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbû.
