18 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Îranê bi girseyî li cenazeyan xwedî derdikeve

Li Îranê bi hezaran kes kom bûn û kesên di serhildanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin bi girseyî spartin axê.

Gelê Îranê di 28ê kanûna 2025an de bi daxwaza başkirina rewşa aboriyê daketin kolanan û dest bi çalakiyan kirin. Çalakî û serhildanênn gel didomin.  Êrişên hêzên rejîmê jî li dijî xwepêşanderan didomin. Malbatên ku cenazeyên xizmên xwe teslîm digirin bi merasîmên girseyî defin dikin. Di wêneyekî li ser platforma medyaya dîjîtal de hatiye parvekirin xuya dike ku cenaze bi girseyeke mezin tên definkirin. Di merasîma definkirina cenazeyan de gel hêrsa xwe ya li hemberî rejîmê nîşan dide.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) a herî dawî, hejmara kesên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin gihîştiye 2,677 kesan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO a  ku navenda wê li Norwêcê ye, diyar dike ku hejmara miriyan herî kêm 3,428 e û ev hejmar tenê kesên ku nasnameyên wan hatine piştrastkirin digire nav xwe.