Platforma Elewiyan a Edeneyê, ji bo protestokirina komkujiyên li Sûriyeyê tên kirin, li pêşiya Navenda Çandê ya Selman-i Pak daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê, ji hêla berdevkê Demê yê Platforma Elewiyan a Edeneyê Cemal Yagmûr ve hat xwendin. Yagmur, bertek nîşanî serokwekîla Koma AKPê Leyla Şahîn Ûsta da ku digot “Dema li Sûriyeyê misilman dihatin kuştin ên 13 sal bûn bêdeng, piştî elewî tên kuştin radibin ser piyan.” Yagmur, da zanîn ku ev gotin hewldana veşartina sûcên rêxistinên cîhadîst ên weke HTŞ û DAIŞê ne û got: “Bi aşkerayî nîşan da ku xwediyên van kujerên HTŞî û hovên DAIŞê AKP ye.”
Di berdewamê de Yagmûr êrişên li ser Kurdan şermezar kir û wiha pê de çû: “Gelên Sûriyeyê bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin. Duh Elewî, Xiristiyan û Durzî, îro jî Kurd. Ev zîhniyeta çete, di rijandina xwînê de israr dike. Êrişa li Helebê ya li dijî Kurdan, derbeyekî li dijî pêşeoja azad û wekhev a gelan e. Em bang li her kesî dikin ku bikevin nava hewldana vemirandina vî agirî û berpirsyartiyê li xwe bigirin.
Em dixwazin li Sûriyeyê hemwelatiya wekhev û azadiya baweriyan bê qebûlkirin, komkujiyên li dijî Elewiyan û Kurdan bên sekinandin, mafê jiyanê yê hemû kêmaniyên li Sûriyeyê bên misogerkirin, Tirkiye piştgiriya dide komên selefî û çete bi dawî bike û aştiyeke birûmet were cîbicîkirin.”
Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete jî bertek nîşanî komkujiyên li Sûriyeyê da û got: “Em dibêjin ku; li Sûriyeyê azadiya kurdan, azadiya durziyan, azadiya ereban û baweriyên din; li Tirkiyeyê azadiya me tevan e. Pergaleke demokratîk a li wê derê helbet dê bandoreke erênî li Tirkiyeyê jî bike.” Kete, gotina Leyla Şahîn Usta bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Ev axaftin ne axaftineke ji ber xwe ve bû. Bilêvkirina înkar, îmha û tunekirina sedsal in didome bû.”
